11 hunermendên kurd bihev re pêşangehek sazkirin
Duh 07.08.2015 li geleriya mala cîran ( Nachbarschafts haus ) li Berlînê 11 hunermendên şêwekarên kurd ji sê parçeyên Kurdistanê pêşangeheke hevpişk vekirin û her yekî 3 tabloyên Keval nimayîşkirin.
Xwedanê nivîsîngeha Salar Service ya geşt û gûzarî û xizmetên elektronîk li Berlînê xwediyê hizra lihev nêzîk kiirna hunermendên şêwekar bû. Salar ji BasNews re behsa hizr û çawaniya vekirina vê pêşangehê kir û got: ”Salar Service çendîn çalakî encam dane jibo kurdên Berlîn, tenê ev kare ne bît, piştî me di malpera “KurdinBerlin” de parvekirî ku emê çalakiyeke bivî şêweyî sazbikin, xoşbextane 11 hunermendên şêwekar ji hin bajarên dûr û nêzîk li Elmanya peywendî kirin û amadeyiya xwe jî nîşan dan.”
Derbarê hejmara beşdarbûyan û çawaniya pêşwazî kirina pêşangehê jî Salar Service wiha got: ”Birastî min qet bawer ne dikir wê kurdên Berlînê ewqas bi coş û xiroş beşdariyê di pêşangehê de kin, hejmareke zor hatin û a balkêş jî ew bû ku dostên hunera kurdî pirrin, Almanan jî eleqeyeke mezin nîşan dan.”
Liser xerc û mesrufatên pêşangehê Salar Service got: ”Ti komeleyeke kurdî yan jî nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Elmanya û herwisa ne tenê alîkarî nekirin belku guh jî ne dan vê çalakiyê, hemû xercî min kiriye, û ev ciyê şanaziyê ye bu min, spas bo hemû dezgayên Media kurdî weke Kurdistan Tv, govara Şemamok, Govara Kurd Dunya û taybet BasNews û kenala Almanî ZDF ku hemuyan reportaj kirin, lê komele û sazî li ciyê xwe de man, ev jî mixabinî ye.”
Danî Mensûr yek ji hunermendên beşdarî pêşangehê ji BasNews re behsa beşdariya xwe dike û balê dikşîne ser tabloyên xwe.
Mensûr yek ji hunermendên navdarên kurde zêdeyî 20 salaye li Almanya dijît wî li Bexdadê xwendiye û li wir û Hewlêr û gellek bajarên din ên Kurdistan û Îraqê beşdarî di zor pêşangehan de kiriye, li Elmanya jî zêdeyî 30 pêşangehan de beşdarî kiriye ên di asita herî bilind de.
Tabloya Danî Mensûr derbirînê ji azadiya jina kurd dike û derbarê wê de wiha got: ”Mixabin Jina kurd a bindest hîn nikariye xwe azad bike, ez di van 4 tabloyên biçûk bihev re ku di bin yek a mezin derbirînê ji azadiya jinê dikim, jina kurd heertim li kêleka mêrê kurd bu ye di şoreşan de, di bin zilm û zoriyê, li xweşî û nexweşiyan de beşdar buye, lê ji aliyê mêr ve tê bindest kirin, ev serdem jî çû divê ew jî xwe azad bike.”
Li dawiyê jî Danî Mensûr liser pêşangehê wiha axaftina xwe qedand: ”Pêşangeh pêngaveke destpêkî bu, kareke baş û cwan bu, divê ev berdewam bike her sal were sazdan, zêdetir hunermend beşdarî bikin, revenda kurd û dostên wan ên dostên hunerê eleqeyeke baş nîşan dan, pileya germê li Berlîn 40 pile bû, lê dîsan hejêkerên hunerê şêwekarî guh ne dan germê û em bi tenê ne hêştîn.”
Hêjayî gotinê ye ev bu cara yekê ye ev cure pêşangehe tên vekirin li Almanya ku hejmareke hunermendên kurd tê de beşdarî bikin, beşdarbû û mêvanên pêşangehê hêvî xwestin ku her sal ev cure pêşangehe werin vekirin, daku karên nû ên hunermendan bi bînin û lihev komvebin û têkeliyên navbera revenda kurd û dostên wan de bihêztir bibin.
basnews