• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şanoya Kurdî li bin yek banê dicive

Şanoya Kurdî li bin yek banê dicive
Komên şanoya kurdî yên cûrbecûr û bi taybetî jî komênku di bin bana Navenda Çanda Mezopotamya’yê de xebatên xwe didomînin bi avakirina Meclîsa Şanoyê ya Kurdistanê li hev kom bûn.
0
Basnews
views
07.08.2015 10:16

Evindar Tekin

BasNûçe / Amed – Şanoya kurdî ku bingeha dahatûya xwe tevî bêderfetî, astengî û pirsgirêkên mezin diavêje bi xebateke nû asta xwe digihîjîne pêpelokeke ber bi jor ve. Komên şanoya kurdî yên cûrbecûr û bi taybetî jî komênku di bin bana Navenda Çanda Mezopotamya’yê de xebatên xwe didomînin bi avakirina Meclîsa Şanoyê ya Kurdistanê li hev kom bûn.

Komên şanoyê yên li cihên ku şaxên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) hene ên wekî Stenbol, Dîlok, Agirî, Colemêrg, Wan, Mersîn, Sêrt, Şernex, Silopî, Nisêbîn, Cizîr, Weranşar û Şanoya Şaredariya Amedê, Şanoya Bajer a Batmanê û Navenda Dîcle Firatê, bi armanca komên şanoyên ku li Kurdistan û Stenbolê çalak in bînin cem hev û nirxên çandî û hunerî yên Kurdistanê derbasî dikê bikin, di 3’yê Tîrmehê de Meclîsa Şanoyê ya Kurdistanê avakirin. Şanogerên kurd kêfxweşiya bi mebesta avakirina şanoyê nîşan didin û tînin zimên ku wê şanoya kurdî bi vê xebatê li ser dikê bihêztir bibe.

Baran Demir: Şanoya Kurdî ji wêjeya kurdî dûr e

Ji şanogerên kurd Baran Demîr destnîşan kir ku şanoya kurdî têra xwe ji wêjeya kurdî sûde wernagire û ji hev jî haydar nîn in, hev temaşe nakin û divê şanoger wêjeya kurdî bixwînin, çîrokan veguhezînin dikê. Demir got ku di sala 1999’an de NÇMyê, çîrokên Helîm Yûsif ên bi navê Komara Dînan û Şermola derxistibûn û gelekî serkeftî bûne û wiha domkir, “Pey wê jî min Epîloga Hesenê Metê derbasî dikê kir, her wiha Mem û Zîn jî di warê şanoyê de cihê xwe girt, ev xebat giş serkeftî bûn lewre bingeha xwe ji wêjeyê girtibûn, bes têr nîne.” Heri wiha Baran Demir diyar kir ku ji ber giraniya berpirsiyariya wê, şanoger newêrin klasîkên kurdî derbasî dikê bikin, lewre deqên giranbuha ne û di nav gel de giraniya wan heye, şanoger ji vê yekê ye ku newêrin wan bikin şano. Demir da zanîn ku ew dixwaze Kela Dimdimê bike şano lê derfeta wî tune, bo nimûne Mem û Zîn, tevî 65 şanogeran, bi aksesuar û dekorên baş derket, bi derfeta Şaredariya Amedê ev xebat serkeftî bû.

“Şanoyên taybet di Meclîsê de tune ne”

Demir got ku 17 komên şanoyê di vê meclîsê de gihîştine hev bes komên taybet ne têde ne. Her wiha Demir bale kişand ku ev komên şanoyê jixwe di bin banekî de bûn û têkildarî hev bûn, wê 3 mehan carekî bicivin û li ser pirsgirêkên şanoyê bişêwirin. Demir got ku berê jî Konferansa Şanoya Kurdî hatibûye lidarxistin û hin biryarin hatibûne girtin bes yek ji wan jî nehatine bicîhkirin, bo nimûne di wir de hatiye gotin ku muzeyek ji şanoya kurdî re bê avakirin çênebû, derfet hebe jî ji ber pergala hêyî bi cih nabe.

Şanoyên taybet û ên girêdayî saziyan

Demir got ku 2 cure kom hene di şanogeriya kurdî de, komên taybet ên ku bi derfetên netêr dixebitin û ên girêdayî sazî û dezgehan ku ji hêla saziyan ve tên fînansekirin û derfetên wan baş in û wisa domand: “5 heb li Stenbolê yek jî li Batmanê 6 heb komên taybet hene. Pirsgirêkên komên taybet û ên saziyan cihê ne. Li ser navê koma xwe dikarim bêjim ku pirsgirêka sereke kêmbûna lîstikvanan e ku giş bi dildarî dixebitin, kom, qursan vedikin û bi derfetên xwe wan perwerde dikin û bi bilêtfirotinê û bi vê rewşê kes nikare komên taybet li ser piyan bihêle, lewre lîstikvan jî yekser bi aboriyê ve girêdayî ne.” Demir qala şanoyên bi sernivîsan kir û got ku bo temaşevanên tirk, hin komên Stenbolê (Seyr-i Mesel, Avesta, Destar) bi projreksiyonekê, tirkiyên axaftinên kurdî li ser dikê didin nivîsandin ku êdî temaşevan, lîstikê temaşe nake bes nivîsen tirkî dixwîne, ev jî pirsgirêkeke din e” Heri wiha Demir da zanîn ku aniha li Bakur, perwerdehiya şanoyê a bi awayekî rêkûpêk û sîstematîk naye dayîn, konservatuara şanoya kurdî, di sala 1991’an de li Stenbolê destpê kiriye û ev komên taybet jî ji wir derketine.

“Divê huner azad be”

Demir qala vê konservatuarê kir û wisa domand: “Me, wê demê li NÇM’ê şanoya sîstemê û hişmendiya wan qebûl nedikir, ji vê bonê li konservatuara dewletê me nexwend. Lewre ew, şanoyê dixin qalibekê.” Demir got ku divê huner azad be, xwe jî civakê jî rexne bike, ne ji bo reşkirinê, ji bo avakirin û sererastkirinê û wiha pê de çû, “Huner li her derê dinyayê, muxalîf e. Şanogerên karmend yên girêdayî saziyan weke robotan in û ev di lîstikan de jî xwe dide der. Alîkarî pêwîst e, meaş ne. Divê hunermend nebe karmend. A diduyan jî şanogerên saziyan, ji ber derfêtên mezin, dekor, aksesuar û hwd. xurt dikin û tu tişt ji şanoger re nemîne, ev yek afirîneriyê jî têk dibe. Gava şanoger di nav tunebûnê de hunera xwe dike, hê baştir dilîze, lewre mecbûr dimîne.” Her wiha Demir qala çavkaniyên şanoya kurdî jî kir û got: “Yek ji çavakniyên şanoya kurdî ji a şanoya gelêrî ye ku bê di dawetan de dihat lîstin. Wek Kose, Buka Baranê. Di sala 1919’an de cara yekem Evdirehîm Rehmî Hekarî Memê Alan bi nivîskî nivîsandiye. Li Emerîkayê bilêtekê ji 1950’an de belavkirî tê dîtin ku li serê ‘Kurdish Drama’ dinivîsand. Li wê derê mîhrîcanek tê lidarxistin, di wêneya wê de dîmenek ji çanda Rojhilata Kurdistanê bû. Wekî din di nav salên 1937-1947’an li Elegezê şanoya kurdî tê lidarxistin, gelek şano çêdibin ku piraniya wan ji wêjeya gelêrî sûde wergirtibûn. Piştî vê, di sala 1979’an de li Gurcîstanê Şanoya Kurdî ya Dewletê ava dibe heta 1991’ê didome. Ev 3 sal e ku haya me ji kurdên Sovyetê çêbû û me lîstikeke Şaliko Bêkes derxist.”

Şanogerên kurd, nikarin kurdî bixwînin

Çetoyê Zêdo jî li ser pirsgirêkên şano û şanogerên kurd rawestiy û da zanîn ku di serî de pirsgirêk ev e ku şanoger, bi kurdî nikarin bixwînin, çavê wan hînî xwendina kurdî nebûye. Her wiha Zêdo da zanîn ku şanogeriya kurdî ji bilî Şanoya Şaredariya Amedê bi awayekî pisporî naye meşandin û îro serkêşiya şanoya kurdî ew dikin. Her wiha Zêdo got ku ew jî tê de 3-4 heb diramaturgên kurd, li Şanoya Bajêr a Stenbolê dixebitin û ev yek bo şanoya kurdî avantajek e û her ku diçe ji hêla akademîk ve xurtir dibin. Zêdo behsa pirtûka li ser dîroka şanogeriya kurdî jî kir û got ku wê di demeke nêz de ji Weşanxaneya Peywendê derkeve. Her wiha Zêdo got şanogerî li her deverên cîhanê an di nav saziyên dewletê an ji ên şarederiyan de tê kirin û derfetên van saziyan rê li ber şanoyê vedikin. Zêdo her wiha bale kişand ku şano an huner luks e û meriv nikare ji yekî karker re bêje tu çima naçî şanoyê û her wiha şano bajarvaniyê jî dixwaze.

Her wiha Zêdo destnîşan kir ku şanogeriya kurdî bi statuya kurdan ve girêdayî ye, şanogerên kurd jî ji bêstatutiyê direvin û xwe diavêjin şanoya tirkî. Zêdo bale kişand ku li gelek navendên Kurdistanê eywana şanoyê tune ye û ên hêyî jî carinan têrî hin lîstikan nake. Ji bilî van, Zêdo diyar kir ku şanogerên kurd, ji bilî ziman û wêjeya folklorîk ku ji dê û bavên xwe girtine, bes ji deqên nivîskî sûde wernagirin a girîng ev e ku tu wek lîteraturekê lê binêrî ku kîjan çavkanî hene ku tu xwe bigihînî wan. Zêdo wiha domkir, “Bo nimûne wergera ji Soranî ne karê min e bes ez dikim. Şanoya Şaredariya Amedê karekî baş dike û xwezî hejmara saziyên bi vî rengî zêdetir bibe, şanoyên taybet weke ên ku dibêjin çima dewlet me xweyî nake gazinan dikin ku dibêjin me venexwendine, bila ew biçin xwe beşdarî meclîsê bikin, polîtikayên her sazî û dezgehan hene û ên dilxwaz bin bila biçin têkevin Şanoya Bajar a Amedê.

Basnews
Top