• Wednesday, 17 July 2024
logo

Di fîlmekê kurdî de 2 spehiyên tirk

 Di fîlmekê kurdî de 2 spehiyên tirk
Di fîlma derhenêrê kurd Şehram Elîdî de ya bi navê “Bîranîna Hespê Reş” lîstikvanên tirk Berrak Tuzunataç û Şevval Sam cih digirin.

Şehram Elîdî piştî fîlma bi navê “Pistepista Bi Bayê Re” niha fîlma Bîranîna Hespê Reş çêdike. Di fîlma Elîdî de lîstikvana tirk Berrak Tuzunataç jî rol wergirtiye û herwiha ji ber vê yekê, xwe ferî kurdî kiriye û di fîlmê de bi kurdî diaxive.

Fîlm bi piştgiriya Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê hatiye çêkirin.

Derhênerê kurd herwiha da zanîn, Şaredariya Mezin a Merdînê û Akademiya Sinemayê ya Amedê jî piştgirî daye wî.

Fîlmê bi zimanê kurdî hatiye amedekirin, lê dê di fîlmê de jêrnivîsên bi tirkî, fransî û îngilîzî jî hebin.

Muzîkên fîlmê ji aliyê hunermendên kurd Keyhan Kelhur ku xelata Grammyê standiye, Tara Caf û Aynur Dogan ve hatine amadekirin.

Tê pêşbinîkirin ku di demekê nêzîk de fîlm li Tirkiyeyê û Kurdistanê were nîşandan û piştre jî li welatên Ewropayê were nîşandan.

Rudaw
Top