• Wednesday, 17 July 2024
logo

Galaya mezintirîn semfoniya li ser Pêşmerge û Şingalê tê nîşandan

Galaya mezintirîn semfoniya li ser Pêşmerge û Şingalê tê nîşandan
Bi sponsertiya Rûdawê, hunermendê navdar Dilşad Seîd du berhemên hunerî li ser Pêşmerge û komkujiya Şingalê çêkiriye. Di wan berhemên hunerî de 143 hunermendên biyanî û kurd beşdar bûne.

Îro (1ê Tebaxê) li bajarê Silêmaniyê galaya semfoniya ku ji aliyê hunermend Dilşad Seîd ve li ser Şingal û Pêşmerge hatiye çêkirin, tê sazkirin. Galaya han dê roja 2ê Tebaxê li Hewlêrê û roja 3ê Tebaxê jî li Dihokê were lidarxistin.

Li ser vê yekê, Dilşad Seîd ji Rûdawê re got, di wê semfoniyê de 13 hunermendên kurd û 130 jî hunermendên biyanî beşdar bûne.

Dilşad Seîd li ser şêwaz û stîla karê hunermendên ku beşdarî semfoniyê bûne jî got, her hunermendek bi stîla xwe tevlî bûye, jixwe eger her yek ji wan dengê xwe yê taybet neba tevlî vî karî nedibû.

Li ser xwe jî wî hunermendê kurd got, min li derveyî welat xwendiye lê ez kurd im û di xwîn û stîla min de mûzîka resen a kurdî heye.

Li ser sponsertiya Rûdawê jî Dilşad Seîd got, havîna sala 2013ê min Kak Ako (rêveberê giştî yê Rûdawê) li Hewlêrê dît. Min jê re got ez tiştekî wiha dikim lê ti kes pişta min nagire. Dema min wisa got wî jî got, tu karê xwe xilas bike. Bi vî rengî Rûdawê piştgirî da min…

Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa par êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin. Di encama wê êrişa hovan de beşek mezin ji wê deverê ket destê DAIŞê, bi hezaran kurdên êzîdî êxsîr ketin, bi sedan ji wan hatin kuştin û bi hezaran kes jî ji mal û warê xwe koçber bûn.

Rudaw
Top