• Wednesday, 17 July 2024
logo

Festîvala Hawar ya kilaman li Efrînê dest pê kir

Festîvala Hawar ya kilaman li Efrînê dest pê kir
Duh li Kantona Efrînê Festîvala Jilmanên Foloklorî li Kantona Efrînê dest pê kir.

Di destpêkê de Şîraz Hemo bi navê Rêveberiya Xwersiya Demokratîk ya Kantona Efrînê û Desteya Çandê ya Kantonan Efrînê dest pê kir ku spasî li Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ku di mercên zehmet de parastina deverên Rojavayê Kurdistanê` dikin kir û spasî li tevaya aliî û karmendê parastina kelepûra Kurdî û rewşenbîrên li navxwe û derve kir ku hewl ji bo parastina Çanda Kurdî didin.

Piştî pêşkêşkirina çend gotara û peyaman, pêşbirkvanan digel Koma Mûzîklê strana Pepûkê pêşkêş kirin û piştre hûnermendê koçkirî Ebdî Şe`iriyê (Ebdî Kurdê Ehmed Mela Hesen) ku bi navê Ebdî Şe`irî û Ebdî Nazî tê naskirin xelat kirin.

Ebdî Nazî sala 1870`an li gundê Naza ji dayîk bûye ku tevaya jiyana xwe di stran û helbest û kelepûra Kurd de derbaz kiriye.

Xendan
Top