• Wednesday, 17 July 2024
logo

Stranbêja kurd bi stîleke nû derket

Stranbêja kurd bi stîleke nû derket
Stranbêja kurd Loke Zahîr piştî ku demeke dirêj ji malperên civakî dûr ketibû, wêneyekê xwe bi stîleke nû belav kir.

Piştî salekê ji bêdengiyê, Loke Zahîr wêneyên xwe bi boneya Cejna Remezanê li ser malpera xwe ya Facebookê belav kir û wiha got: “Ezîzên min, ez spasiya nameyên we dikim, ez jî pîrozbahiya cejnê li we dikim û hêvîdar im her bextewer bin.”

Loke di wêneyên xwe de stîla porê xwe guhertiye û rengê wê ji reş kiriye zer.

Stranbêja kurd Loke Zahîr ew zêdetirî salekê ye ku ti berhemên wê yên hunerî tune ne.

Rudaw
Top