• Wednesday, 17 July 2024
logo

Fîlmên Kurdî li Lubnanê tên pêşkêşkirin.

Fîlmên Kurdî li Lubnanê tên pêşkêşkirin.
Kompaniya “Sitak Fîlmê Sine” bi du kurte fîlman beşdarî festîvala Beyrût ya navdewletî bo fîlmên sînema dike.

Serpeştiyarê Kompaniya Sitak Fîlm û sînemakarê navdar “Setar Çemenî Gul” derbarê vê beşdariyê ji BasNews re ragihand: “Em bi 2 kurtefîman beşdarî xula bazdemîn festîvala Beyrûtê ya navdewletî bo fîlmên sînema dibin, yek ji wan du fîlman fîlmê “Heft Kevir“ e ji derhênana Fatma Destmerd e û fîlmê “Zengî Werziş” ji derhênana Cebar Salihî ” e

Herwiha gort jî: “Festîval dê roja 8 Tişrîna Yekem a vê salê li paytextan welatê Lubnanê Beyrûtê bê lidarxistin û wê heta 16 eynî mehê berdewam be.”

Ji aliyekî din ve navborî amaje bi wê jî kir ku sala par ew bi 3 fîlman beşdarî vê festîvalê bibûn ew her 3ê fîlm jî ew bûn “Zivistana Dawî” ji derhêna Salim Selwatî, “Koşka Mîroyan” ji derhênana Tewfîq Emanî û fîlmê “Pepûlekan” ji derhênana Ednan Zendî , di dawiya festîfalê de her sê fîlman jî xelatên serekî bidestxisti bûn.

Basnews
Top