• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hunermend Kawa bi elboma “Veger” diçe Bakurê Kurdistanê

Hunermend Kawa bi elboma “Veger” diçe Bakurê Kurdistanê
Kawa di sala 1987 de dest bikarê hunerî kiriye lê 2 salan hatiye zindan kirin, nihajî xwedî 7 elbomên huneriye.

Hunermendê navdar ê Bakurê Kurdistanê “Kawa” nûtirîn berhemê xwe bidawî kiriye û biryare ku di demek nêzîk de belavbike.

Di vê derbarê de wênegir û girafîkê vê Elbomê “Noro Eksoy” taybet ji BasNews ragihand: “Navnîşana nûtirîn elboma hunermend Kawa “Vegere” karê vê elbomê bidawî hatiye û di demek nêzîk de wê bê belavkirin, elbom ji 11 sitranan pêkhatiye bêhtirên deq û awazên wan jî ji aliyê hunermend Kawa bi xwe hatine danîn.”

Derbarê neqandina navê Veger bo elbomê navborî got: “Ji ber ku hunermend Kawa piştî 20 salan ji jiyana xwe li dervî welat, Newroza vê salê hatibû Başûrê Kurdistanê lewma navê “Veger” bo elboma xwe hilbijart.”

Kawa yek ji sitranbêjekî xwedî ezmûnek başe, li gundê Palalsî ser bi bajarê Mûşê ve li Bakurê Kurdistanê hatiye dinyê.

Ji sala 1987 de dest bikarê hunerî kiriye, lê belê bi sedema girtina wî heyamê 2 salan ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ji karê hunerê dûrketibû, lê belê sala 2001 yekemîn berhema xwe belavkir û bi belavkirina elboma Veger dibe xwediyê 7 elbomên hunerî.

basnews
Top