• Wednesday, 17 July 2024
logo

Çavê fîlmê derhênerekî Kurd li xelata Oskare

Çavê fîlmê derhênerekî Kurd li xelata Oskare
Heger fîlmê “Ez Samî me” di vê festîvalê de xelatekê werbigre dikare beşdîrî pêşbirka bo xelata Oskar bike.

Tê pêşbînî kirin ku fîlmê derhênerê Kurd “Key Behar” xelata Oskar bidest bixwe û niha beşdarî festivalek Sînema cîhanî ye û heger di vê festival de xelatekê bidestbixe ji Oskar nêzîk dibe.

Derhênerê Sînemayî Kurd “Key Behar” derbarê beşdarbûnê di vê festival de ji BasNews re ragihand: “Fîlmê -Ez Samî me- ji nav 5 hezar film hatiya hilbjartin ji bo beşdarî festîvala “Rhode Island“ li Amerîka bike.”

Herwiha got jî: “Ev festival gaveke ji bo bidestxistina xelata Oskar, wate heger fîlmê “Ez Samî me” xelatekê di vê festival de werbigre dikare kêbirkiyê bike ji bo xelata Oskar.”

Xedlata Oskar xelatek ekadîmî hunerî û zanistî salane ye tê dan bo berhemên sînema û yek ji bilindtirîn xelatên sînema ye li cîhanê.

Basnews
Top