• Sunday, 24 November 2024
logo

Çopî naçe eniyên şer

Çopî naçe eniyên şer
Hunermend Çopî ragihand ku di hefteya borî de du klîb kişandine û dibêje, heta niha neçûye eniyên şer û naçe jî!.

Ev herdu klîbên Çopiyê, yek ji wan li ser bajarê Kerkûkê ye û li Kerkûk û Germiyanê hatiye kişandin.

Strana Kerkûkê ji awaza hunermend Burhan Muftîzade ye û bavê Çopî Îhsan Fetah teksta wê nivîsandiye. Nîma Celîlyan jî derhêneriya herdu klîban kiriye.

Klîba Çopî ya duyem li ser gerîlla û pêşmergeyan e. Çopiyê bi xwe awaza vê strana xwe daniye. Teksta vê stranê ji aliyê bavê Çopî hatiye nivîsandin.

Çopî Fetah heta niha serdana pêşmergeyan li eniyên şer nekiriye û dibêje: “Heta niha ez neçûme eniyên şer û naçim jî, çimkî ez naxwazim pêşmergeyan li eniyên şer mijûl bikim. Eger bixwazim xizmetekê bikim, bila bi rêya hunerê be.”

Rudaw
Top