• Wednesday, 17 July 2024
logo

Modela kurd a Hollywoodê: Sazan Barzanî

Modela kurd a Hollywoodê: Sazan Barzanî
Keça kurd Sazan Barzanî ku li amerîkayê dijî û karê modeltiya cilûbergan dike, bi karê xwe niha gelekî navdar bûye û yekemîn keça kurd e ku di wî warî de di asta amrîka û Hollywoodê de deng bide û ber bi stêrkbûn di Hollywoodê de biçe.

Sazan Barzanî keçka kurd a xelkê Başûrê Kurdistanê ye ku li bajarê Nashvil a Amerîkayê jidayik bûye û her li wî welatî jî dijî. Ew niha pêngavan ber bi wê yekê dihavêje, ku di warê modelê de bibe stêrek navdar û roj bi roj jî pitir bi navûdeng dibe.

Sazan di sala 1989 de li Amerîkayê jidayik bûye û bi xwe dibêje, ku di nava malbateke Rojhilata Navîn de jidayik bûye û malbata wan li Kurdistanê gelekî navdar e.

Sazan Barzanî heyamek berî niha hevpeyvînek kurt bi Rûdawê re kir. Wê demê ew mijûlî projeyeke nimayişkariyê li Amerîkayê bû û derfet nebû bi dirêjî behsa kar û projeyên xwe bike.

Jibilî wê yekê, wê girêbestek bi şîreketekê re hebû ku li gor wê girêbestê, wê nedikarî ji medyayan re biaxive. Piştre wê zewac kir û demekê jî bi wê yekê mijûl bû. Sazan Barzanî bi mere xwe yê amerîkî re hevya hingivîn a xwe li vajarê Venîs a Îtalyayê derbas kir û piştî ku vergeriya amerîkayê, bersiva hemû pirsiyarên Rûdawê da.


Sazan yekemîn keça kurd e, ku pêngavên wê ji bo ku bibe strêreka Hollywoodê bi başî çûne pêş û girêbestek jî bi çend şîrketan re îmza kiriye da ku kincên wan nimayiş bike.

Ew keça kurd ji ber ku xelkê devera Barzan a Başûrê Kurdistanê ye, ji aliyê medyayên kurdî ve giringî pê tê dayîn û gellek zûçe û agahî li ser tên belavkirin. Mijara zewaca wê bi kurekî amerîkî re di nav torên civakî de gellek deng veda. Hinek kesan ew yek bi tiştek asayî dîtin û hinek din jî di wê baweriyê de bûn, ku nedibû wê jibilî kurdan, bi kesekî din re zewac bikiraba.

Sazan Barzanî derbarê zewaca xwe de jî ji Rûdawê re axivî û got: “Ez şanaziyê bi hevjînê xwe dikim. Me demek zêde bû ku me pêwednî bi hev re hebû. Ew di karên min de hevkar û alîkarê sereke yê min bûye. Bi taybetî di wan demên dawiyê de.” Ew dibêje, jê re ne girîng e ku mêrê wê ne kurd e û tekez dike, ew bi hemû mirovan wek hev temaşe dike.

Derbarê girêbesta wê ya beryê de ku rê nedida bi ti dezgehên medyayî re biaxive, Sazan Barzanî got: “Girêbestek pir mezin bû ji bo wênegirtinê û nimayişkirina cilûbergên havînî yên çend brandên cîhanê. Karûbar bi başî birêveçûn. Niha wêne li wan cihên brandan e ku reklam tê de tên belavkirin, Ev yek jî ji min re cihê şanaziyê ye.”

Sazan jibilî ku wek keçek kurd li Hollywoodê û amerîkayê derdikeve, ji aliyê medyayên kurdî ve jî gellek giringî pê tê dayîn. Ji ber ku Sazan bi kesekê amrîkî re zewicî ye, şopînerê wê yên kurd rexneyan lê dikin û dibêjin, gerek ew pêbendî koltora netewa xwe ba.

Sazan derbarê rexneyê xelkê ji zewaca wê û hevjîna wê ya amerîkî de jî got, ew giringiyê bi vê miajrê nade û wê tiştek xirab derheqê kurd û kurdistanê de nekiriye û wê bi rihekî kurdane kar kiriye. Herwiha dibêje, ewên rexne li min digirin, naxwazin pêşkeftina min û kurdistanê bibînin û hez nakin kurd di her warî de pêş bikeve.

Sazan herwiha pesna hevjînê xwe dide û dibêje, ku ew di jiyana taybetî û ware kar de gelek alîkariya wê dike û pêşkeftinên di akrûbaran de ji ber piştevaniya hevjînê wê ne.

Derberê vegera xwe ya bo Kurdistanê de jî Sazan dibêje: “Niha min plana vergerê nîne. Ez dê li wir xewnên xwe pêş bixim, lê hêvîdaim rojekê bikarim vegerim kurdistanê û mezintirîn navenda fashion û pêşbirka kincan deynêm.”

Sazan dibêje, wê her ji zaroktiyê hez ji karê fashionê kiriye, di temenê 19 saliyê de dest bi xwandina online kiirye û hewl daye di wî warî de bi awayekê akademîk bixwîne.

Sazan Barzanî di tora civakî ya Instagram de jî wêne û vîdeoyên xwe û karê xwe belav dike û nêzîkî 200 hezar kes hesaba wê dişopînin û roj bi roj hezkirîyên karê wê zêdetir dibin.

Rudaw
Top