• Wednesday, 17 July 2024
logo

Xezal: Di zikê diya xwe de min dest bi mûzîkê kir

Xezal: Di zikê diya xwe de min dest bi mûzîkê kir
Xezal wisa dibêje: “Pêngav pêngavê divê em ber bi dewlet û serxwebûna Kurdistanê ve biçin, îro nebe sibe jî be wê dewleteke Kurdî dirust bibe, destpêkê divê em xwe azad bikin, piştre Kurdistaneke serbixwe bixwazin.”

Keça kurd a hunermend Xezal (29) salî ye, ji bo beşdarî kirin di şahiyeke taybet a peymangeha zimanê kurmanckî ( zazakî ) li Berlînê ket ber kamereya BasNews û di korte dîdareke taybet de perde ji ser aliyeke jiyana wê hat rakirin.

Xezal ji Gimgimê ( Vartu ) a biser Mûşê ve ye li Bakûrê Kurdistanê, ew beriya 29 salan li bajarekê Elmanya ( Mannheim ) hatiye dunyayê, xwendina xwe a seretayî ta bidawî anîna zanîngehê beşa Êgrothêrapî li wî bajarî qedandiye, ew niha weke karmend karekî taybet dike û hunera xwe jî berdewam dike.

Di bersiva pirsa BasNews rewş û jiyana wê a li Ewropa çawa derbas dibe, Xezal wisa dibêje: “Jiyan li ku be zehmete, lê divê mirov kar bike ji bo sanahîkirin û xweşkirina jiyanê, em li xerîbiyan dijîn dûr ji welêt, lê dîsan xwendina xwe me li vira qedand û niha jî kar dikim û hunera xwe jî pêre pêş dixim.”

Aya Xezal heta niha çûye welêt an na, ew dibêje: “Belê ez berdewam diçim Gimgimê, Mûş û Amedê û hin bajarên din jî, lê weke pêwîst dem nîne ku serdana bajar û navçeyên din ên welêt bikim.”

Xezal venaşêre jî xewna wê ye serdana Başûrê Kurdistanê bike û li bajarên wê herêmê hin konsêrtên mûzîkî bi welatiyên Başûrê Kurdistanê encam bide: “Înan bike ew xewna mine ez herim Bashûrê Kurdistanê û hin konsertan saz bikim, dixwazim xweşik û birayên xwe ên Başûrê Kurdistanê jî ji nêz ve nas bikim, welat parêzî û dilsoziya wan rasterast bibînim, ev jî divê dema pêş de ku rê xweş bibe dê pêk were.

Derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê û dewleta Kurdî Xezal çi hizir dike?

Xezal wisa dibêje: “Pêngav pêngavê divê em ber bi dewlet û serxwebûna Kurdistanê ve biçin, îro nebe sibe jî be wê dewleteke Kurdî dirust bibe, destpêkê divê em xwe azad bikin, piştre Kurdistaneke serbixwe bixwazin.”

Xezalê Albûmeke nû bi 8 stranan ku 4 ji wan kurmancî ne û 4ên din jî zazakî ne bi rêya PEL Produksiyonê derxist bazara hunera kurdî, liser wêneyan jî ew ji BasNews re diaxive û dibêje: “Ev yekemîn albûma min ne, 8 tirak têde cî digirin, hin hunermendên mezin mîna mamoste şivan Perwer alîkariya min kirin, ez bi hêvîme ku gehiştibe her ciyekî Kurdistanê û min bi rêya wê albûmê xizmetek pêşkêşî hunera kurdî kiribe.”

çima 4 stran kurmancî û 4 zazakî ne?

Xezal dibêje: “Ew tesaduf bû, min jêre pilan ne danî bu, lê dema min stran dan ber destê wxe û hilbijartin ew 8 stran bi dilê min bûn û bûn albom.

Derbarê karên hunerî Xezal dide diyar kirin ku ew berdewam li seranserî Ewropayê digere û konsertan lidardixe û beşdarî çalakî û festîval û şahiyên kurdan û cîhanî dibe, dixwaze jî hin ji xebatên wxe ên hunerî bibe meydanên hunerî yên Kurdistanê jî.

Kengî Xezalê dest bi hunerê kiriye?

Xezal: Dema ez di zikê diya xwe de bûm min hesta hunerî hebû, min dest bi stran gotinê kiriye, ez wê bi detspêka xwe a hunerê didim zanîn, diya min jî û malbata wê peywendiyeke baş bi hunera kurdî re hene, ez dikarim bêjim ku hunermend in, min ji diya xwe her tişt girtiye û wê di zikê xwe de ez hînî strangotinê kirim.

Xezal axaftinên xwe wisa dom dike: Strana min ya yekem min gotî “ Kurdistan, Kurdistan navê te çiqas şirîne.”

Basnews
Top