• Wednesday, 17 July 2024
logo

Deşnê Ey Reqîb dibêje

Deşnê Ey Reqîb dibêje
Stranbêja pop a kurd Deşnê Murad di dîmeneke vîdyoyê de ku wê bi xwe belav kiriye, sirûda Ey Reqîb dibêje.

Piştî bêdengiyeke dirêj, Deşnê Murad niha mijûlî dubarekirina sirûda Ey Reqîb bi stîleke nû ye.

Di tora civakî ya Instagramê de, Deşnê beşek ji sirûda Ey Reqîb belav kiriye.

Ev demek e Deşnê ji hemû çalakiyên hunerî û medyayê dûr e û carna wêneyekî xwe di tora civakî ya Instagramê de belav dike.

Di eynî torê de, Deşnê eşkere kir ku rastî kêşeyekê hatiye û spasiya wan kesan dike ku xemgîniya wê sivik kirin.

Herwiha dibêje çend stranên wê amade ne, lê vêga ji tenêtiyê hez dike.

Rudaw
Top