• Wednesday, 17 July 2024
logo

Derhênerekî kurd xelat wergirt

Derhênerekî kurd xelat wergirt
Di festîvaleke navdewletî ya ji bo fîlmên sînemayî li Behrênê de, derhênerekî kurd hat xelatkirin.

Hat zanîn ku, roja yekşema borî derhênerekî kurd bi navê Sehîm Omer Xelîfe di festîvala fîlmên sînemayî li Behreynê de hatiye xelatkirin.

Derhêner Sehîm Omer Xelîfe derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Fîlma Nêçîrvanekî Xirab di festîvala navdewletî ya fîlmên sînemayî li Mename ya paytextê Behreynê de xelata baştirîn fîlma navdewletî wergirt, ku zêdetirî 21 fîlman di pêşbirkê de beşdar bibûn. Bi bextewerî ve fîlma min ew xelat wergirt.”

Li gor gotina wî derhênerê kurd, wê fîlmê ne tenê ew xelat wergirtiye, lê belê çend xelatên din jî di festîvalên cîhanî de bi dest aniye.

Seheîm Omer wiha got: “Fîlma Nêçîrvanekî Xirab ku fîlmekî hevbeş ê navbera Belcîka, Dubay û sînemaya Hewlêrê ye, 7 xelatên navdewletî bi dest naiye.”

Tê zanîn, heta niha derhêner Sehîm Omer Xelîfe bi 3 fîlman 86 xelatên navdewletî wergirtiye.

Sehîm Omer xelkê bajarê Raniye ya Başûrê Kurdistanê ye û mastera xwe di warê sînemayê de li welatê Belcîkayê bi dest aniye û her li wî welatî jî dijî.

Rudaw
Top