• Wednesday, 17 July 2024
logo

Mahsûn Kirmizigul li hilbijartinên Tirkiyê hêrs bû!

Mahsûn Kirmizigul li hilbijartinên Tirkiyê hêrs bû!
Hunermend û derhênerê navdarê kurd Mahsûm Kirmizigul li hilbijartinên Tirkiyê hêrs bû û got, “Min heta niha hilbijartinek wiha nedîtibû!”

Hunermend û derhênerê navdarê kurd Mahsûm Kirmizigul, ku pir kêm li ser bûyerên siyasî diaxive, îro di rûpela xwe ya twitterê de şopînerên xwe mat hîşt û daxuyaniyek siyasî da.

Kirmizigul li hilbijartinên Tirkiyê hêrs bû û got, heta niha min hilbijartinek wiha nedîtibû lê negot ka qesta wî ji wan gotinan çiye û pirsên şopînerên xwe jî bêbersiv hîşt.

Twîtta Kirmizgul a li ser hilbijartinan ev e:

“Min heta niha hilbijartinek wiha bê dadperwerî nedîtibû. Encam çi dibe bila bibe, hilbijartinek bê dadperwerî tê kirin. Komîsyona Hilbijartinan saziyek bêkêr e.”

rudaw
Top