• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hesna Meter: Hewlêr mala min a duyem e

Hesna Meter: Hewlêr mala min a duyem e
Di çend salên borî de, hunermendên biyanî li Herêma Kurdistanê bi giştî û bajarê Hewlêrê bi taybetî dihatin dîtin. Hinek hunermendan projeyên bazirganî li Kurdistanê vekirin. Lê piştî krîza aborî û şerê DAIŞê, pirraniya wan vegeriyan welatên xwe. Lê xanima libnanî Hesna Meter hîn jî li Hewlêrê ye. Hesnayê wek nîşandana piştevaniya xwe bo Hêzên Pêşmerge, serdana eniyên şer kir. Sitiya libnanî niha jî li Herêma Kurdistanê dijî û dibêje: “Hewlêr mala min a duyem e. Niha ez tenê bi serdan vedigerim Libnanê.”

Li projeya `Lubnan City` li bajarê Hewlêrê çavê me bi Hesna Meter ket. Ew mijûlî tomarkirina reklameke bazirganî bo wê projeyê bû. Hesnayê li wir bersiva çend pirsyarên Rûdawê da.

Derbaz Yûnis: Piştî krîza aborî û şerê DAIŞê, hunermendên biyanî ku li vir bûn vegeriyan welatên xwe, tu çima li vir mayî?

Hesna Meter: Kurdistan ji min re bûye mal û welatê duyem. Ez qet li vir hest nakim ku li derveyî welatê xwe me. Ev demeke dirêj e ez li Kurdistanê dijîm. Sala 2014 dema şer dest pê kir û rewş têk çû, ez li vir bûm û ez li Kurdistanê mam.

Beriya demekê, te serdana hêzên pêşmerge li eniyên şer kir, mebesta te çi bû?

Ez serbilind im ku min serdana hêzên pêşmerge kir. Pêşmerge qehreman in. Ev serdan û serîlêdan tenê bo piştevaniya hêzên pêşmerge bû di şerê dijî terorîstên DAIŞê de. Ez hêvî û lava dikim ev sîbera reş pêsîra Hewlêrê berde û em vegerin Hewlêra beriya 2014. Em vegerin wê dema ku Hewlêr bû paytexta geştyarî ya welatên erebî ku bi nerîna min niha jî Hewlêr paytexta geştyarî ye.

Di destpêkê de armanca serdana te bo Herêma Kurdistanê çi bû?

Ez ji bo pêkanîna çend projeyên hunerî hatim Kurdistanê. Lê ji ber vê rewşê hemû karên min rawestiyan û min projeyên xwe jî pêk neanîn. Lê dûre ez tev li xelkê bûm û min xwest bimînim.

Te guldesteyek stranên kurdî bi zimanê kurdî nû kir. Ev stran li ba xelkê pirr tên hezkirin, wek strana Azîz Behar e û Erê Leylê?

Min ji hezkirina xwe ji Kurdistanê re stran bi kurdî gotin. Plana min heye ku strana serketin bo pêşmerge bi zimanê kurdî tomar bikim. Eger rewş baştir bibe, ezê konsêrteke mezin bo hêzên pêşmerge saz bikim.

Gelo tu ne bi nêt î albûmeke stranan bi zimanê kurdî tomar bikî?

Çima na, pirr kêfxweş dibim. Lê belê tomarkirin û dirustkirina albûmekê pereyekî zêde dixwaze. Eger şîrketeke Kurdistanê sponseriyê bike, ezê albûmeke kurdî jî tomar bikim.

Beriya demekê di hevpeyvînekê de bi rojnameyeke iraqî re, te gotibû ku tu amade yî di vê rewşê de serdana Bexdayê bikî. Tu niha jî amade yî?

Erê ez amade me. Beriya demekê min serdana Bexdayê kir û xelateke rêzgirtinê wergirt û min du aheng ji zarokên şehîdan re saz kir.

Tu yekem hunermenda ereb bûyî ku serdana hêzên pêşmerge kir. Peyama te çi bû? Gelo te dixwest hunermendên ereb yên din jî teşwîq bikî da piştevaniya xwe ragihînin?

Erê bêguman. Ne tenê teşwîqkirina hunermendên ereb, ez amade me bi hemû hunermendên kurd re û daxwaz jî dikim ku em hemû bi hev re konsêrteke mezin saz bikin û hemû dahata wê bidin zarokên şehîdên şerê DAIŞê.

Ev demeke dirêj e tu li Kurdistanê dijî, gelo tu dixwazî bi berdewamî li Kurdistanê bijî?

Ez niha bi yekcarî li Kurdistanê dijîm. Ev çend sal in ez li vir im û tenê bi serdan vedigerim Libnanê.

Projeya te ya dawî çi ye?

Niha ez du stranan amade dikim, yek bi kurdî ye û yek bi erebiya iraqî ye. Di demeke nêzîk de ev kar amade dibin û tên belavkirin. Herwiha ezê bi hunermendekî venezuelî re, stranekê tomar bikim bi herdu zimanên erebî û spanyayî.


Rudaw
Top