Bitlîs – Mûzeya Xelatê tê nûkirin
5 hezar berhemên dîrokî yên ku di depoya Mûzeya Xelatê de bûn piştî temamkirina karên restorasyon û paqijkirinê derbasî avahiya nû ya mûzeyê tên kirin.
Berhemên ku dîroka wan digihêje 2900 û 2700 sal berî zayînê, bi destê kesên pispor tên restorekirin.
Rêveberê Mûzeya Xelatê Ziya Kilinç li ser vê mijarê diyar kir ku çaxê avahiya nû ya mûzeyê xilas bibe ew berhem dê derbasî wir bên kirin.
Kilinç got ku nedixwestin berheman bi qirêjî û jengê ve nîşan bidin û wiha pêda çû:
"Pisporên ku ji laboratuwarên Amed û Erziromê hatine, berheman temîz dikin. Li ser berheman ku hewce bike restorasyon an jî konservasyon tê kirin. Emê hin berhemên ku tên nîşandan û bi korozyon in an jî kondîsyona wan kêm temîr bikin û di depoya xwe da biparêzin. Emê hinekan jî li mûzeyê nîşan bidin.”
Kilinç destnîşan kir ki piraniya berhemên wan di sala 1960î da ji kolana Kelha Kefê ya Xelatê hatin derxistin, xêncî van hin berhem jî ji li kolana Mexberên Meydanê ya Selçûqiyan hatin derxistin û li mûzeyê tên nîşandan.
Kilinç diyar kir ku di mûzeyê de berhemên ku hatine kirrîn jî hene û wiha axivî: "Xêncî berhemên çanda Karazê berhemên Urartu, Helenîstîk, Roma û Selçûqiyan jî hene. Berhemên dema Osmaniyan jî di mûzeya me da hene."
rudaw