”Muzîka kurdî bê dengbêjî nabe“
BasNûçe / Amed- Hunermend Farqîn di sala 1965’an de li navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bûye. Piştî ku dest bi rêwîtiya hunerê dikê. Ozan Şiyar bandorek mezin li ser wî dike û berê xwe dide stranên kurdî û di sala 1989’an de tevî çênd hevalên xwe “Koma Serdilan’’ didamezirîne û di sala 1992’an de albüma xwe ya bi navê ‘’ Zimanê Kurdî Zimanê Me Ye ‘’derdixe. Piştî ku Navenda Çanda Mezopotamya di sala 1992’ an de li Stenbolê tê damezirandin Farqîn tevlî xebatên NÇM’ê dibe. Di sala 1993’an de bi vebûna şaxa NÇM ya Amedê re di Koma Azad de cih digre û albûma bi navê ‘Şîmal’ derdixin. Di sala 2001’ê de albûma bi navê ‘Bihuşta min ‘ û di sala 2004 an de albûma‘Şar’ derdixin. Farqîn di xeleka „Şahiya Stranan’ de jî tevî çend stranên xwe cih digre. Farqin di sala 2008 an de albuma xwe ya duyemîn ya şexsî bi navê ‘Roj wê bê ‘ derdixe. Hunermend herî dawîn keda xwe ya 25 salan di albûma bi navê ‘Derî ’de tomar kiriye. Ew niha li bin sîvana “Navenda Çanda Mezopotamya û Komeleya Çand û Hunera Dîcle Firatê’’ xebatên xwe yên çand û hunerî didomîne.
Te muzîka xwe li ser kelepora kurdî ya qedîm ava kiriye û yek jî nûnerên wê muzîkê teyî naskirin. Serpêhatiya te ya muzîkê çawa destpêkir?
Ez di 22 saliya xwe de tevlî NÇM‘ê bûm. Dema ez çûm NÇM’ê Şehid Ali Temel pêşwaziya min kir, min stran digotin. Paşê jî min çend kilamên dengbêjiyê jî gotin, wî ji min re got; ‘were em derkevine jor e.’ Ez derketim jore min dît Apê Musa, Feqî Hûseyin Sağnıç, Apê Torî, İbrahim Gürbüz li wê derê bûn. Apê Musa ji min re got; ‘Xorto heval dibêjin tu kilamên dengbêjiyê dibêjî, ka bêje.’ Min çend stranên Miheme Arif Cizrewî gotin. Jî min re pêşniyaz kirin ez bi wan re vî karî berdewam bikim. Malbeta min koçber bûbû, kar û derfetên min tunebûn. Dema ez li Farqînê diçûm dibistanê, di dawiya hefteyan de min li dawetan distira. Rehmetiyê Şiyar li tenbûrê dixist, dawetên wê demê gellekî ciyawaz bûn. Weke mîtînga bûn, her partî li wê bûn û cihê kurdîniyê bûn.
Piştî 87’an tekiliya min û hinek freaksiyonên kurd re çêbûn. 88- 89’an de li Stebolê hevala li zaningehê komek ava kir û ez jî tevlî wê koma Koma Serdilan bûm. Me biryara çêkirina albumeke kurdî da. Di salên 90’î de me dikairîbû albûmên kurdî çebikin. Ne fermî be jî dema Turgut Özal yaseyek derxistibûn bi wê hinek me dikaribû bi kurdî muzîka xwe îcra bikira. Lê gotinê stranan bi tirkî bûn, me navê Kurdistanê dikir ‚gulistan.‘ Me kasetek bi navê ‚Zimanê Kurdî Zimanê me ye‘ derxist. Piştî wê jî me wek xebatkarên NÇM’ê dest bi xebatê kir. Ez wê demê li Kocaeliyê bûm jî mehê carekê dû caran diçûm û dihatim. Paşê di sala 93’an de li Amedê jî NÇM vebû. Min jî li vê derê dest bi xebatê kir. Di sala 93’an de ez wek xebatkarekî NÇM’ê her roj -heta îro- xebaten xwe yê hunerî berdewam kir û bûm endamê Koma Azad. Ev 23 sal in ez bi koma Azad re dixebitim. 25 – 26 sale jî karê hunera kurdî dikim.
Bajarê Farqînê ku demekê navenda çand û kultur û siyaseta kurd bû û te jî navê xwe ji wê wergirtiye tesîreke çawa li ser muzîka te kir?
Beriya 80’yî navenda hemû freaksiyonên kurdî li Farqînê bûn, hem çand û kultura kurdî serdest bû û hem gelek komelan li wir kar dikirin. Di karê kurdewariyê de tesîra xwe li ser hemû zarokên Farqînê dikirin. Mesela beriya 80’yî li Farqînê tu kesî bi tirkî ne dipêyivî. Ji ber ku bajêrekî kurdewar bû. Ji aliyê niviskariyê jî de tesîra Siyapûş, Şex Mizbah, Muhterem Biçimli hebû. Kesên şoreşger wek mînak Egît û yên din jî hemû ji herema Farqînê derketin. Ji ber wê jî wana tesîra xwe li ser civakê kiriye. Lê di aliyê çandî de yekem kesê tesîr li min kiriye Ozan Şiyar e. Yê dûyemîn mamosteyê min yê dibistana sereke Abdurrahim Xoce bû. wî bi kurdî ders dida. Lewre zarokên gund bi tirkî nizanîbûn. Paşê ez çûm navenda Farqînê. Dema li Farqînê min dibistan dixwend rehmetiyê Mehmet Geren hat Farqînê bû cîhgirê mudir. Li wê derê êdî min bi dest stranan kir. Ez û Zana Farqînî em di heman polê de bûn. Wî jî stran digotin. Hevalekî me şehid bû navê wî Abdulkerim Tanış bû. Em her sê di dibistanekê û di polekê de bûn. Me her sêyan bi hev re stran digotin.
Li ser ‚Derî‘ di ferhenga kurdî de gellek gotin hene. We çima navê albûma xwe ya nû kir ‚Derî?‘
Armanca min di vir de ew e; tu deriyekî vedikî belkî ew derî bibe deriyê xêre ji bo me, li hêla din deriyekî vedikî nebaşî derdikeve. Lêbelê min di vir de xwest deriyekî xêre ji bo me û ji gelên Rojhilata Navîn re vebe û siberoja gelê Rojhilata Navîn rojên aşitî û azadiyê bi xwe re bîne. Di ve çarçoveyê de ez nêz dibim. Dema ku mirov derî binirxîne gelek wateyên vî tên gotin. Her derî bi xwe re derî yekî din vedike, her derîyek ji mirova re ronahiye tîne, Armanca min û wateya ku ez didim derî jî ev e; bila yekbûna gele kurd pêk were û azadî û aşîti jî Rojhelata Navîrn bi cih bibe
gotiye. ez û Xalê Seyîdxan car din bi hevre dibejîn yek a Dengbêjiyê. yanî xebatek vek komûn çêbû.
NÇM di kurdewariyê de cihekî taybet digre. gellek nivîskar û hunermend ji NÇM’ê derketin. Bêguman tesîra Apê Musa, İbrahim Gürbüz, Ali Temel, Feqi Hüseyin ji li ser we çêbû. Hûn nifşên wê demê çawa dinirxînin?
Dema ku em diçûn NÇM’ê di destpêkê de ji me re gotin; ‘hûn parastina zimanê kurdî bikin, hûnê parastina çanda kurdî bikin. Ji ber ku sîstema dagirker zimanê kurdî,çanda kurdî wek çanda xwe dibîne û asîmîlasyonê destpêkiriye dibe gerek li hember vê yeke helwesereke we ye xurt hebe.’ Yekem car me ev yek bikaranî û ya din jî dema ku me Feqî Hûseyîn û Apê Musa nas kir wan ji me re digot divê hûn van tiştan biparêzin û li van saziya xwedî derkevin digotin; ‘Hûnê zimanê xwe, çanda xwe pêşvebibin. Li hemberî sîstemê zimanekî, çandeke alternatîf pêk bînin.’ Sîstemê êrîş dike dixwaze ziman û çanda kurdî têk bibe. Miletek tûne hesab dikin. Li hember ve yekê vê saziyê diparastin. Em li wir fêrî parastin û pêşvebirinê bûn. Mînak yekem cara ku ez çûm NÇM’’e Elî Temel bixerhatina me kir. Ew ji bo me mînakên herî mezin in. Wan ji me re mîretek mezin hiştin û em jî ji doh heta îro ve mîrata van berdevam dikin û di pêşerojê de ji zarokên me re dikarin bingehekê rast deynin.
Gellek kanalên muzîke yên kurdî vebûnê û gellek hunermendên nûh jî peydabûne. Ji van hunermandan re tê gotin ku bi kurdî nastirên û qelîteya muzîka kurdî xirab dikin. Tû van kanalan û vê yekê çawa şîrove dikî?
Hevalên ku nû dest bi vî karî dikin ne di rastiya lêgerîna muzîkê de ne. Pirraniya wan li pey populerbûnê ne. Ewê çawa pereyan ji milet bistînîn ewê çawa konserta bidin bi wê wateyê nêz dibin. Hemû nêzîkatiya van ev e. Bê rêxistin, bê perwerdekirina mûzîkê dixwazin hema vî karî bi pêk bibin. Lê muzîka kurdî karekî wisa nine. Heke tu Evdalê Zeynikê nizanibî, tu dengbêjan nas nekî, tu di vî alî de lekolînan nekî, stranên gelerî tomar nekî, bi kurdan re têkîliya te tunebe pêkanîna vî karî jî zehmet e. Niha hevalên ku nuh dest bi vî karî dikin dixwazin muzîka nûjen, yanî ji muzika kurdî ya rêsen dûr bikevin. Divê em xwe ji vê dûr nekin, em perwerde li ser muzîka kurdî bîbinîn em li ser muzîka kurdî karên baş bikin. Heke em li ser muzîka kurdî lêkolînan nekin, em dengbêjan nas nekin, em çîrokbêjên xwe nas nekin, em dîroka kurda baş nizanibin emê ji Stenbolê nikaribin muzîka kurdî çê bikin. Problema me ya herî mezin jî ev e.
Basnews