• Wednesday, 17 July 2024
logo

Xelatên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê hatin diyarkirin

Gulan Media February 15, 2015 Hunerî
Xelatên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê hatin diyarkirin
Di 65emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê de xelata "Hirça Zêrîn", fîlma "Taksî" ya derhênerê îranî Cafer Penahî wergirt.

Merasima 65emîn xelatên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê li paytexta Almanyayê Berlîna hat lidarxistin û xelatên festîvalê jî hatin belavkirin.

Di festîvalê de serokatiya lijneyê Darren Aranofsky kir û xelata "Hirça Zêrîn", fîlma bi navê "Taksî" ya derhênerê Îranî Cafer Penahî wergirt.

Ji ber ku derketina Îranî Cafer Penahî ya derveyî welat qedexe ye, ew beşdarî merasimê nebû. Şûna derhênerî Îranî xwarziyê wî xelat wergirt. Xwarziyê Penahî hat ser dikê û got ku 'ezê tiştekî nebêjim' û herwisa rê li pêşiya rondikên xwe negirt.

Di festîvalê de Xelata Mezin a Lijneyê fîlma Pablo Larrain a bi navê "El Club"ê bi dest xist. Xelata Hirça Zîvîn jî Derhênerê Rûm Radu Jude û derhênerê polonyayî Malgorzata Szumowska di nava xwe de parve kirin.

Lijneya Festîvalê xelata lîstikvanê mêr ê herî serfketî da Tom Courtenayê ku di fîlma "45 Years"ê de lîst û xelata lîstikvana jin a herî serfketî jî da Charlotte Ramplingê ya ku di heman fîlmê de rol wergirt.

Kategorî û serketiyên xelatên 65emîn Hirça Zêrîn wiha hatin rêzkirin:

Fîlma herî serkeftî (Hirça Zêrîn): Cafer Penahî / "Taksî

Xelata Mezin a Lijneyê: Pablo Larrain / "El Club"

Derhênerê herî serkeftî: Radû Jûde / "Her Bijî!" û Malgorzata Szumowska / "Body"

Lîstikvana jin a herî serfketî: Charlotte Rampling / "45 Years"

Lîstikvanê mêr ê herî serfketî: Tom Courtenay / "45 Years"

Senaryoya herî serkeftî: Patricio Guzman / "El Boton de Nacar"

Xelata Alfred Bauer: Jayro Bustamante / "Ixcanul"

Fîlma ewil a herî serkeftî: Gabriel Ripstein / "600 Millas"

Fîlma herî serkeftî a kurt (Hirça Zêrîn): Na Young-kil/"Hosanna"

Xelata Lijneyê ya Fîlmên Kurt: Joanna Arnow/"Bad at Dancing"

65emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê di 5ê sibatê de li Berlînê dest pê kiribû û ji 72 welatan 441 fîlm hatibûn nîşandan û jê 19 fîlm ji bo "Hirça Zêrîn" û "Hirça Zîvîn" ketibûn pêşbaziyê.

Rudaw
Top