• Wednesday, 17 July 2024
logo

Helly Luv li Amerîka “Şoreş” derxist

Gulan Media February 10, 2015 Hunerî
Helly Luv li Amerîka “Şoreş” derxist
Stranbêja kurd Helly Luv got ku wê ji bo Hêzên Pêşmerge stranek bi navê “Revolution” (Şoreş) amade kiriye û dê di demek nêzîk de jî klîba wê were weşandin.

Helly Luv ji Rûdawê re got ku klîba strana Revolutionê ber bi xilasbûne ye û dê piştî çend hefte yên din biweşîne.

Luv diyar kir ku 2 kesên amerîkî temaşeyê dîmenên pêşmerge kirine û gotinên wê stranê nivîsandine.

Helly Luv li ser helwesta herdu amerîkiyan kêfxwşiya xwe da nîşandan û wiha got:

“Li Amerîkayê ji ber ku min navê pêşmerge jî hevalên xwe yên amerîkî bîhist gelek şanaz bûm. Min xwest ku strana min a dawî li ser pêşmerge be û di nav gotinên wê de jî hinek peyvên kurdî hebe.”

Rudaw
Top