Li ser Kobanê û Şengalê distrê
Bi mebesta piştevanîkirina penaberên Şengal û Kobanê, xanima hunermend a Kurd ku yekem care derdikeve ser ekranê sirûdekê tomar dike.
Kano, xwendekara peymangeha hunerê ciwwane, sebaret bi berhema xwe ya nû ji Xendanê re ragiad: Ez yekem karê xwe yê hunerî bi sirûda bi navê (Hawara penaberên Kurd) tomar dikim.
Amaje bi wê yekê jî dike ku: Ev berheme weku piştevaniyekê ye ji penaberên Şengal û Kobanê ye û niha wênegirtina wê temam bûye û di montajê de ye.
Kano Letîf, xwendekara beşa mûzîkê li peymangeha hunera ciwan a Hewlêrê dixwîne û bi xwe xelkê bajarê Silêmaniyê ye.
Xendan