• Wednesday, 17 July 2024
logo

Alîn berhema xwe ya nû pêşkêşî Pêşmerge dike

Gulan Media February 5, 2015 Hunerî
Alîn berhema xwe ya nû pêşkêşî Pêşmerge dike

Hunermedna Kurd Alîn berhema xwe ya nû bi navê Dayik amade dike, wê berhemê jî pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Hunermenda Kurd Alîn kar ji bo berhmanîna sêyemîn alboma xwe dike, diyar dike jî ku hunera wê “Di xizmeta huner û doza gelê Kurd û Kurdistanê de ye.”

Hunermenda Kurd Alîn taybet ji BasNewsê re diyar kir ku, ew niha kar ji bo bermanîna sêyem alboma xwe ya bi navê “Dayik” dike, dê ew berhema wê li Europa her çar aliyên Kurdistanê were belavkirin.

Alîn alboma xwe ya nû pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê kir û got: “Bi helkefta şerê ku Pêşmergeyên qehreman/şoreşgerên azadiya gelê Kurd û cengawerên xaka nishtimanê min, ez vê albomê diyarî Pêşmergeyên qehreman dikim.”

Alboma “Dayik” ya hunermend Alîn ji 12 stranan pêk tê.

Di dawiyê de, Alîn spasiya Ajansa BasNewsê kir û hêviya serkeftinê jê re jî xwest.


Basnews
Top