• Wednesday, 17 July 2024
logo

Xalid Doskî: Bo Bakur û Başûr pireke hunerî divê

Gulan Media January 13, 2015 Hunerî
Xalid Doskî: Bo Bakur û Başûr pireke hunerî divê
Di çarçoveya ‘Rojên Fîlmên Kurdî’ ya ku ji alî Mala Sînemayê ya Slêmaniyê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê ve hatibû organizekirin de Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî hate Amedê. Doskî, piştî gera xwe ya mekanên dîrokî û dezgehên çandî û hunerî yên Amedê, grîngiya kar û xebatên çandî û hunerî destnîşan kir û got: “Ji bo bakur û başûr pireyeke hunerî divê”

‘Rojên Fîlmên Kurdî’ ku bi hevkariya Mala Sînemayê ya Slêmaniyê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê ve li Amedê hate lidarxistin destpê kir. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Rewşenbîrî yê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Xalid Doskî hate Amedê û li hemû mekanên dîrokî û dezgehên ku bi çand û hunerê re têkildar in geriya. Xalid Doskî li gel nivîskar û endamê Weqfa Beşikçi Roşan Lezgîn, Serokê Beşa Çand û Tûrîzmê Mûarrem Cebe, Gerînendeyê Mala Sînemayê ya Slêmaniyê Zana Hama û Cîgira Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Nazdar Kahraman li mekanên dîrokî û dezgehên çandî û hunerî yên Amedê geriyan. Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî û lijneya li gel wî, pêşî çûne serdana Navenda Çand û hunerê ya Dîcle-Firatê û Mala Dengbêjan û bi berpirsên van dezgehên çand û hunerî re li ser xebat û çalakiyên wan danûstendinên ramanî kir. Xalid Doskî paşê jî li mekanên dîrokî yên wek; Xana Hesen Paşa, bircên Amedê û mizgeft, dêr û malên navdarên kurd ên dîrokî ku ji alî Şaredariya Amedê ve hatine restorekirin geriya.

Qadir Doskî, di serdana xwe ya Mala Dengbêjan de rastî pêşwaziyeke balkêş a dengbêjan hat. Li Mala Dengbêjan dengbêjên herêmê dîwanekê li dar xistin û bi stran û kulamên xwe Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê pêşwazî kirin.

Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî, piştî gera xwe ya mekanên dîrokî û dezgehên çandî û hunerê, li ser vexwendina Hevşaredarên Amedê Firat Anli û Gulten Kişanak, derbasî Şaredariya Amedê bû û li şaredariyê ji alî Hevşaredaran ve hate pêşwazîkirin. Di serdana xwe ya Şaredariyê de Xalid Doskî, li ser hatina xwe ya Amedê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo lidarxistina çalakiya ‘Rojên Fîlmên Kurdî’ spasiyên xwe pêşkêşî Mala Sînema ya Slêmanî û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê kir. Doskî anî ziman ku fîlmên sînemayê dikarin li çar aliyên dinyayê belav bibin û peyamên çandî, hunerî û êş û azarên gelan bi gelên din re bidin hestkirin. Doskî tofana ku bi dest DAIŞ’ê hatiye û li kurdan qelibiye bi bîr xist û got: “Dijminên kurdan, bi navên cûda her dem xwestine zordariyê li ser kurdan pêk binin. Berê Baas bûn, îro DAIŞ’e û wê sibê jî dibe ku bi navekî din derkebe pêşberî kurdan. Lê belê em dikarin bi çand û huner xwe nêzîkî hev bikin, siyaseta xwe bi hevgirtî bi rêk û pêk bikin û van awayên xwe li dij dijminên kurdan weke mertal bi kar bînin”

Anlı: Şehîdên me perçeyên Kurdistanê nêzîktirî hev dikin

Hevşaredarê Amedê Fırat Anlı jî ji ber hatina Wezîrê Rewşenbîrî Xalid Doskî ya Amedê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Bi saya ciwanên me yên ku li Şengal û Kobanê, li dij DAIŞ’ê mil bi mil têdikoşin û şehîd dikebin, em nêzîktirî hev dibin” Anlı, grîngiya xebatên sînemayê û bi taybetî jî çalakiyên wek ‘Rojên Sînemayê yên Kurdî destnîşan kir û got: “Ev xebat bila bibe sedem ku hemû perçeyên Kurdistanê nêzîktirî hev bibin.

Hevşaredarê Amedê Fırat Anlı di derbarê pêvajoya çareseriyê ya ku li bakur tê birêvebirin de jî diyar kir ku di nav her dû aliyan de agirbesteke berbiçav heye, hem artêşa Tirkiyeyê û hem jî gerîlla li gor vê agirbestê tevdigerin lê belê dewlet gavên bi tîn neavêtiye. Anlı got: “Gelê me xweseriyê dixwaze lê dewlet gavan neavêtiye. Lê belê ji Şengal û Kobanê agirê azadiyê çîk daye û roj bi roj mezintir û gurrtir dibe” Anlı da zanîn ku dewlet ta radeyekê ji hin tiştan re çavên xwe digire lê di destûrê de tu guherîn çênake. Lê belê em dixwazin ku mafê xweseriya kurdan di destûrê de bê nivîsandin. Ger wisa nebe sibe roj desthilatdarên nû bêne serê Tirkiyeyê, wê karibe ew mafên ku bi devkî dane paşve bikîşîne” Firat Anli, diyar kir ku ew ji ber van sedeman ew dixwazin mafê xweseriyê di destûrê de bê nivîsandin da ku garantî bibe.

Piştî hevditinan Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Qadir Doskî ji BasNûçeyê re ragihand ku çalakî û xebatên sînema û beşên din ên çand û hunerê dikarin rikberiya di navbera alî û hêzên kurd de nerm bikin û wan nêzîktirî hev bikin. Doskî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez pir kêfxweş im ku Îsmaîl Beşîkçî’yê ku ji bo azadî, maf û nasîna kurdan kedeke giranbûha daye û bi salan di zindanan de maye, niha jî bi xebatên weqfên xwe kar û barên çand û hunera kurdan dimeşîne. Ji ber van karên pîroz ez Beşîkçî û weqfên wî pîroz dikim”

BasNûçe
Top