• Wednesday, 17 July 2024
logo

Piştî 30 salî qedexeya li ser dengê wî hunermendê kurd rabû!

Gulan Media January 13, 2015 Hunerî
Piştî 30 salî qedexeya li ser dengê wî hunermendê kurd rabû!
Hat zanîn ku Îranê qedexeya li ser xebatên hunerî ya hunermendê navdar ê kurd Nasir Rezazî, ku zêdetirî 30 salî bû dom dikir, rakiriye.

Hunermendê navdar Nasir Rezazî piştî 36 sal dûrî dîsa vedigere zêda xwe lê vegera wî vegerek cuda ye çimkî beriya ku em vegere alboma wî dê ji paytexta Îranê, Tehranê re belavî Rojhilat, Başûr û seranserî Kurdistan û Îranê bibe.

Zêdetirî 30 sal bûn deng û rengê Nasir Rezazî li Îranê hatibû qedexekirin, çimkî Rezazî endamê Partiya Komeleya Kurdistana Îranê bibû.

Lê herî dawî Wezareta Kultur û Îrşada Îslamî ya Îranê, qedexeya li ser xebatên Rezazî yên hunerî rakir û destûr da ku alboma wî ya herî dawî ya bi navê “Chiyawan” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê were belavkirin.

Yek ji hunermendên jeniyar ku di derxistina alboma nû ya Rezazî de kar kiriye bi navê Zekeriya Yûsifî, ji Rûdawê re got, ez du sal berê bûm mêvanê Kak Nasir. Min hinek berhemên xwe nîşanî wî da, wî jî eciband û ji min xwest ku ji bo hinek stranên wî jî jeniyarê bikim.

Yûsifî diyar kir ku wî teklîfa Rezazî pejirand û got, min hewl da qalîteya hinek stranan bilind bikim çimkî kevin bûn.

Wî hunermendê kurd anî ziman ku wan bi curekî albom hazir kirin ku bikarin mohlet û destûra derxistina wê li Îranê bistînin û wiha axivî: “Jixwe Kak Nasir agahdarî hemû qonaxên albomê bû. Me hinek ji helbestên stranan jêbir çimkî tirsa wê hebû ew gotin li pêşiya mohletê bibin asteng.”

Li ser çawaniya dayîna mohlet û destûrê jî Zekeriya Yûsifî wiha got: “Dema Hesen Rûhanî bû serokomar, soz dabû ku siyaset û hunerê tevlî hev nake û dê derfetek zêde bide hunerên hunerî. Me jî karî ji Wezareta Kultur û Îrşada Îslamî mohletê bistînin.”

Li ser albomê jî Yûsifî agahî da got, alboma “Chiyawan” ji 12 stranan pêk hatiye ku bi zaraveyên Soranî û Hewramî hatine gotin. Jibilî min du hunermendên din jî tê de kar kirine.

Wî hunermendî eşkere kir ku alboma nû ya Rezazî dê di nav du-sê rojên bê de li Tehran, Sine, Kirmaşan û bajarên din ên Rojhilat were belavkirin her wiha derbasî Başûr jî bibe.

Nasir Rezazî, sala 1955ê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Kurê hunermend, helbestvan û nivîskarê navdarê kurd Salih e. Rezazî ji ber ku bi awayekî profesyonel tevlî xebata kurdiniyê bibû nekarî li Îranê bimîne û derbasî Ewropayê bû, lê niha li Başûrê Kurdistanê dijî.

Rudaw
Top