Zana Hama: Sînemaya kurd ber bi lûtkeyê ve diçe
Piştî têkşikestina rejîma Baasê ku Başûrê Kurdistanê wek fermî serxwebûna xwe olan nekiribe jî bi her awayî azad bû û ev azadî bi xwe re geşedandineke civakî, aborî, siyasi, çandî û hunerî jî anî. Di nav beşên hunerê de bêtir sînema derkete pêş. Wezareta Rewşenbîrî her sal beşeke ji budceya xwe ji bo piştgirîdayîna sînemayê vediqetîne û navendên perwerdehiyê hatin damezirandin. Lê li gel derfetên baş afirîn jî berhemên baş pêk nehatin. Lê piştî danûstendinên pîşeyî yên bi sînemagerên perçeyên din ên Kurdistanê re hêdî hêdî sinemaya kurd, bi goncivîna behredariya hemû perçeyan dest bi avêtina pengavên geşedar kir. Di vê çarçoveyê de Mala Sînemayê ya li Başûr û Koma Sînemaya kurd ku di bin banê Weqfa İsmail Beşikçi de xebatên xwe dimeşîne, li Stenbolê di navbera 26, 27 û 28’ê Kanûnê de bernameyeke bi sernavê ‘Rojên Fîlmên Kurd’ li dar xistin. Di bernameyê de 20 fîlmên ku ji alî sînemagerên ji çar perçeyên Kurdistanê ve hatine kêşan hatin nîşandan û li ser fîlman û sînemaya kurd niqaşên dewlemend hatin kirin. Me jî bi rêveberê Mala Sînemayê û sînemager Zana Hama re li ser rewşa sînemaya kurd a li başûr hevpeyvînek çêkir.
Başûr êdî navendeke sînemaya kurd e
Zana Hama, serbixweyiya Mala Sînemayê destnîşan kir û da zanîn ku ev dezgeh li her çar perçeyên Kurdistanê karê sînemayê dimeşîne û pêwendî bi sînemagerên perçeyan re datîne. Hama got: “Heta niha, me bi piranî karê belevkirinê kirine û em di lidarxistina mihrîcanan de dibin alîkar. Pêwendî di navbera sînemagerên kurd û festîvalên cîhanê de datînin. Em her sal bi domdarî li Silêmaniyê Mihrîcana Fîlmên Jinan pêk tînin. Îsal me Mihrîcana Mafên Mirovan pêk anî. Par jî li Silêmanî, Siwêdê û li Stenbolê di bin sernavê ‘Dîdarê Jenosîd’ pêşengehan vekir. Em hêvî dikin ku li ser jenosîdê xebatên xwe berdewam bikin. Em hewl didin ku di navbera sînemagerên her çar perçeyan û Wezareta Rewşenbîriyê de pêwendiyan bigeşînin da ku wezaret alîkarî bide sînemagerên perçeyên din jî.”
Li Başûr, di bin banê Wezareta Rewşenbîriyê de li Duhok, Silêmanî û Hewlêrê rêveberiyên sînemayê hene û ev şax karên sînemayê dikin. Hama da zanîn ku ji ber Wezareta Rewşenbîriyê alîkariya sînemagerên ku ne ji başûr in nake û nahêle fîlmên ku kêşandine li Holên Sînemayê bidin pêşandan. Hama diyar kir ku ev yek carcaran dibe cihê astengiyê û sînemageren perçeyên din ên ku derfetên wan tune ne lê dixwazin fîlman bikêşînin ji wezaretê sûd wernagirin. Hama wiha dom kir: “Rêveberiyên sînemayê li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê ne. Li Silêmanî û Hewlêrê tenê sînemagerên ku niştecihên van bajaran in dikarin ji Wezareta Rewşenbîrî alîkarî werbigirin lê li Duhokê kesên ji perçeyên din jî dikarin alîkarî werbigirin. Wek nimûne; îsal, li Duhokê, Celal Seîdpenah ji wezaretê alîkarî stend lê ew bi xwe ji Rojhilat e. Em wek Mala Sînemayê, hewl didin ku li Germiyan vê astengiyê bibin ber destê Wezareta Rewşenbiriyê da ku alîkarî bide sînemagerên perçeyên din jî. Îsal alîkarî da derhênerek Rojhilat, Bakur û Başûr. Armanca me ew e ku em rê vekin ku hemû sînemagerên kurd ji vê budceya wezaretê sûd werbigirin”
Piraniya sînemagerên li başûr gazinan dikin ku rêveberên Wezareta Rewşenbiriyê di destê kesên ji sînemayê fêm nakin de ye û di nav wezaretê e gendelî tê kirin. Hama jî vê angaştê parast û di vê babetê de van tiştan got: “Bi rastî jî di nava Wezaretê de gendelî heye, ev jî dibe sedem ku budceya ji bo sînemageran hatiye veqetandin baş neyê bikaranîn. Wek nimûne; Hin fîlm hene ku sê sal berê projeyên wan hatine pesendkirin lê hêjî bi encam nebûne. Hin kes hene ku tu têkiliyeke wan bi sînemayê re tune lê alîkariya pera ji wezaretê distînin.”
Mihrîcan behredariya sînemageran digeşîne
Ji ber rewşa heyî ya Başûr, kesên ji perçeyên cihê hev û xebatên hev nas nakin. Bi salan, hunermendên perçeyên Kurdistan hev nenasîn û hay ji berhemên hev tune bûn. Ev yek di warê sînemayê de jî wisa bû. Li her perçeyî, bi dehan fîlm hatin kêşandin lê, haya perçeyên din ji wan fîlman nedibû û ev jî bû sedem ku şêwaz û ferasetên perçeyan ji hev cûda bin. Ji bo vê kêmasiyê îro rêya herî bi guncav û sûdwer lidarxistina mihrîcanan e. Bi saya festîvalan fîlmên her çar perçeyên kurdistanê digihîjin hev û têne fêmkirin ka kî, çi çêkirî ye. Hama, li ser vê mijarê wiha got: “Mihrîcan çalakiyên pir baş in ku sînemager hev binasin. Mihrîcana Amedê, Mihrîcana Yilmaz Güney a li Batmanê, Sînemardîn, Mihrîvana Duhokê di navbera sînemayên kurdan de dibin pereyên têgihîştinê. Min bi xwe jî bi saya van mihrîcanan gellek sînemagerên kurd nas kir. Li başûr mihrîcana herî serkeftî ya Duhokê ye. Ji çar perçeyên Kurdistanê kes beşdarê wê dibin. Lê mixabin kesên ji derên din zêde beşdarî mihrîcanên li Silêmanî û Hewlêrê nabin. Ez nizanim çima. Dibe ku pêwendî bi wan re nayên danîn lê belî, divê mihrîcan jî bi rengek neteweyî bin.”
Li ser pirsa me ya ‘Niha rewşa sînemaya çawa dibînî?’ jî Hama vê bersivê da me: “Bi rastî li Başûr sînema di astek baş de ye. Lê ji hêla din ve bi dehan astengî hê jî dom dikin. Wek nimûne; Hê holên sînemayê tune ne û fîlm ji bilî mihrîcanan li cihek din nayên nîşandan. Lê sînemagerên pir serkeftî yên wek; Saîd Omer, Kamîran Bêtasî, Şivan Atûf, Hawraz Mihemed, Şaxan Abdula û çend hevalên din hene. Di gellek mihrîcanan de derhênerên başûrî bi xelatan vedigerin û ev derhêner di qada cîhanê de jî têne naskirin. Li Başûr, bi taybetî li ser kurtefîlman geşedaneke baş heye û her diçe ev qad berfirehtir dibe.”
Basnews