• Wednesday, 17 July 2024
logo

5emîn Salnameya Ehmedê Xanî

Gulan Media January 8, 2015 Hunerî
5emîn Salnameya Ehmedê Xanî
Li navçeya Bazîd a girêdayî Agirî malbata Gultekin vê 5 salê her sal Salnameya Ehmedê Xanî çar dike.

Salnameya Ehmedê Xanî vê 5 sal in bipergal ji aliyê Mehmet Gultekin, Bahar Gultekin û Nihat Gultekin ve tê amadekirin. Salnamaya îsal dîsa di nav weşanên Weşanxaneya Belgeyê de derket.

Salnamê ji 300 rûpelan pêk tê û têde di derbarê berhêmên Ehmedê Xanî de agahiyan bi kurdî û tirkî hene. Herwiha lêkolînên xwendewanên zaningeha jî di salnameyê de cîh girtîne.

Salnamê ji nivîsên lêkolînî, şîrove, panel û ji beşa nûçeyên di derbarê Ehmedê Xanî de ji zimanê biyanî hatin wergerandin pêk tê.

Di beşa wergerandinê de lêkolînê Prof. Dr. Peter Lerch a li ser Xanî û Mem û Zinê ku sala 1858ê kiribû, cîh girtiye.

Nihat Gultekin ji Rûdawê re got: “Salname dê pêşde ji bo xwedevana û lêkolînera bibe çavkaniyek girîng.”

Gultekin anî ziman ku cara ewil e ku wan berhemek wîsa amadekirine û wiha domand:

“Li erdnigariya me ji bo wêjevanan salname nayê amadekirin. Di derbarê Ehmedê Xanî de cara ewil e ku salnameyek wisa tê pêkanîn.”

Gultekin got ew dixwazin bi saya salnameyê Xanî û berhemên wî li Kurdistanê û cîhanê bidin nasîn.

Rudaw
Top