• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wezîrê Rewşenbîrî yê Başurê Kurdistan serdana Diyarbekir dike

Gulan Media January 7, 2015 Hunerî
Wezîrê Rewşenbîrî yê Başurê Kurdistan serdana Diyarbekir dike

Li Stenbolê Rojên Fîlmên Kurdî Mala Sînemayê û Koma Sînemaya Kurdî bi hev re Rojên Fîlmên Kurdî li dar xistibûn niha jî li Diyarbekir li dardixin.

Mala Sînemayê ku li Başûr karê sînemayê dike û Koma Sînemaya Kurdî ku di bin banê Weqfa İsmaîl Beşikçî de xebatên sînemayê kurdî dike bi hev re li her du şaxên Weqfa İsmaîl Beşikçi Rojên Fîlmên Kurdî li dar dixin. Bername bi şiyara gotina Yılmaz Güney; ‘sînemya awayek serhildanê ye’fîlmên Başûr li Diyarbekir nîşan dide. Di rojên fîlmên Kurdî de ê Wezîrê Rewşenbîrî a başurê Kurdistan Xalid Doskî, Rêvebirê rewşenbîrî û hunerî ya Başurê Kurdistan Ebas Ebdulrezaq, Hevserokên Şarederiya Mezin ê Diyarbekir Gûlten Kişanak û Firat Anli, rewşenbîrên Bakurê Kurdistan, rexistinên partiyên kurd û gelek saziyên sivil ê bakurê kurdistanê ê tevlî roja fîlmên kurdî bibin.

Derbarê rojên filmên kurdî de endamê Weqfa İsmaîl Beşikçî, Kemal Yildizhan da destnîşan kir ku 20 filmên kurdî ê bê temaşekirin û wiha got: “Di 26’ê meha berfenbarê de filmê kurdî li Stenbolê dest pê kiribûn heta 28 mehê berdevam kiribûn û niha jî em li Diyarbekir rojên fîlmên kurdî nîşan didin. Roja fîlmên kurdî de ê 20 fîlmên qurt bê temaşekirin. Fîlm li Diyarbekir di meha 9, 10 û 11’dê cilê de li salona sînema a şarederiya mezin a Diyarbekir bê temaşekirin.”

Yildizhan di derbarê hatina Wezîrê Rewşenbîr yê Başurê Kurdistanê Xalîd Doskî de de ev tişt anî ziman: “ Bi rastî hatina Wezîrê Başurê Kurdistan me gelek keyfxweş dike. Xalîd Doskî yê 2 roj li Diyarbekir bimîne. Di roja yekem de ê serdana Şarederiya Mezin ê Diyarbekir û Weqfa İsmail Beşikçî bike, roja duyêm jî komeleya nivîskarên Kurd , Navenda Çanda Mezopotamya serî lê bide û herî dawî ê turek jî li Diyarbekir bikin.”

basnews
Top