• Wednesday, 17 July 2024
logo

Aslîka ji Hêzên Pêşmerge re distrê

Gulan Media January 5, 2015 Hunerî
Aslîka ji Hêzên Pêşmerge re distrê
Hunermenda kurd a navdar Aslîka Qadir du stranan bi muzîka ermenî li ser Kurdistanê tomar dike.

Aslîka Qadir derbarê van her du stranan ji Rûdawê re got: “Wek erkekî niştimanî, min du stran li ser hêzên Pêşmerge tomar kirin. Bi alîkariya çend hunermendên ermenî, min klîpa van stranan jî kişand.”

Mecîde Silêman Ermemî, awaz û teksta strana “Kurdistan” daniye û ev stran bi hevkariya orkestraya Radyoya Ermenistanê hatiye çêkirin.

Herwiha strana duyem bi navê “Hetanî Hebim” e û ji awaz û teksta Seyad Nove ye û li Kazaxistanê hatiye tomarkirin. Ev stran jî behsa her çar parçên Kurdistanê dike.

Aslîka wiha dibêje: “Dixwazim bi riya van herdu stranan wek jineke êzîdî behsa karesat û bêtarên miletê xwe bikim.”

Aslîka Qadir sala 1945 li Ermenistanê ji dayik bûye. Mamosteya ziman bû li zanîngeha Ermenistanê. Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyêtê ya berê, berê xwe da Almanyayê û heta niha li wir dijî.

Rudaw
Top