Gelo nivîskar û hunermend milkê milet in?
Bextiyar Elî di beşeke gotara xwe de dinivîse: “Bi baweriya min, da em huner û edebiyatê fam bikin, divê em wê nerîna ku dibêje divê hunermend û nivîskar milkê hêzekê bin, qebûl nekin. Huner û edebiyat du corên dîtinê yên taybet in. Hunermend û wêjevan bi awayekî takekesî li cîhanê dinhêrin. Huner û edebiyat du corên hilbijartin û girtina helwestê yên takekesî ne. Du tiştên wiha ne ku ne tenê nabe bi miletekî vê bên girêdan, lê nabe bi heyam û serdemeke taybet ve jî bên girêdan.”
Di beşeke din a gotara xwe de, Bextiyar çend mînakan ji edebiyata cîhanê jî tîne û dinivîse: “Gelo Shakespeare milkê gelê ingilîz e? Eger Shakespeare milkê gelê ingilîz be, gelo ew milkê kîjan gelê ingilîz e, ingilîzên heyama xwe yan ên îro? Eger Shakespeare milkê wan be, em çawa dikarin zewq û xweşiyê ji berhem û tekstên wî bibînin. Eger ew milkê wan be, êdî çawa derbirînê ji me dike, çawa li ser nihêniyên nava me diaxive û dabaşa tirs, guman û derdên me dike? Gelo Çexov rûsî ye yan milkê Rûsyayê ye? Gelo Borges arjentînî ye yan milkê Arjentînê ye?”
Bextiyar di berdewamiya gotara xwe de wiha dinivîse: “Eger nivîskar xelkê cihekî be yan aîdê miletekî be, ev yek wî nake milkê wî cihî yan wî miletî. Xeyam fars e, lê ne milkê gelê fars e. Herwiha tabloya navdar Mona Lisa ne milkê Îtalyayê ye û Senfoniya 9emîn a Beethoven jî ne milkê Almanyayê bi tenê ye. Çima em hemû ji Piştxûzê Notre-Dame hez dikin? Bi rastî sedem pirr sade ye. Ji ber ku Victor Hugo fransî ye, lê lehengê wî, piştxûzê wî yê kirêt, ne milkê Fransayê ye û ne girêdayî Fransayê ye jî, lê girêdana wî bi mirovê di nava me de heye ku hest û nestên wî di ser her girêdaneke neteweyî re ye.”
Li gora Bextiyar Elî, ev li ser nivîskarên kurd jî rast tê. Ew dibêje em dikarin bibêjin filan nivîskar kurd e, ango ser bi neteweya kurd e, lê ew dibêje: “Em nikarin bêjin ew nivîskar milkê miletê kurd e. Wêjevan û hunermend tenê milkê taybetiyên mirovdostî yên kultûr û jîngeha xwe ne.”
Rudaw