• Wednesday, 17 July 2024
logo

Stranekê li ser xortên kurd dibêje

Gulan Media December 25, 2014 Hunerî
Stranekê li ser xortên kurd dibêje
Stranbêja ji Rojhilata Kurdistanê Seyran Ehmed bi stranekê behsa zîrekî û bedewiya xortên kurd dike.

Seyran Ehmed behsa naveroka strana xwe ji Rûdawê re kir û got: “Strana Kurrî Kurdistan, yek ji karên min ên nû ye û min ev stran bi herdu zimanê kurdî û farisî tomar kiriye.”

Awaza strana Seyranê, ji straneke hunermend Ziyad Esad hatiye wergirtin. Rizgar Qaremanî gotinên stranê yên farisî nivîsandiye û Simko Feyzî jî muzîka wê dabeş kiriye.

Derbarê gotina beşeke stranê bi zimanê farisî, Seyranê got: “Ez dixwazim bi riya vê stranê bedewî û zîrekiya xortên kurd nîşanî farisan jî bidim. Ev stran dê di kanala pmc a farisî de bê weşandin. Lewma, gellek kes dê lê temaşe bikin û bedewiya xortên kurd tê de bibînin.”

Rudaw
Top