Deşnê Murad: Kes newêre teklîfa zewacê li min bike!
Rûdaw: Ev demeke tu ji karê ragihandinê dûr ketî, çima?
Deşnê Murad: Ez demekê pirr nexweş bûm û li Holendayê dihatim dermankirin. Herwiha, min hewl da hinekî xwe bidim ser hev da ku ez kar bikim, lê bi stafê xwe re nedigihîştim encamekê. Gellek hogirên min dibêjin, gava pêwistiya Kurdistanê bi te hebû, tu li vir nebûyî. Lê berevajî vê yekê, dema ku ez li Holendayê bûm tevî ku ez pirr nexweş jî bûm, lê ez mal bi mal geriyam û min alîkarî top kir. Me dora 220 ton ji alîkariyan bo penaberan hinart. Bi rastî dilê min bi hezar û yek reng û awazan dagirtî ye. Ez demeke dirêj rawestiyam û min nexweşiyeke zêde derbas kir. Hemû bo min bûn awaz û min ew di mobayla xwe de tomar kirin. Lewma ez soz didim ku piştî sersalê, ezê bi karekî pirr bedew li hogirên xwe vegerim.
Tu demekê bêjer bûyî û dûre te stran got. Kîjan ji wan ji bo te baştir bû?
Ne yek ji wan jî. Çimkî hemû bo min ezab bû û roj nebû tê de negirîm. Ne gengaz e tu di civakekê de bijî ku hertim di şer û aloziyan de be. Di civakekê de ku ta îro jî dijmin dixwazin wê qir bikin. Ez di bnavbera du kultûran de perwerde bûme. Ez bûme qurbaniya navbera du kultûran. Vêga temenê min gihîştiye 28 salan. Çimkî min gellek ezab û derd dîtiye, çi awazek ji dilê min derkeve, awazek cidî û bi xem û êş e. Ev 10 sal in min xweşî nedîtiye û ez di nav ezabê de dijîm. Ta niha kesî rêza karê min negirtiye. Lewma ez xwe bi xwe dibêjim destê te xweş bin Deşnê.
Beriya ku tu karê huner û ragihandinê bikî, te pêşbîniya van rojan dikir?
Na, min qet pêşbîniya van rojan nedikir. Çimkî ez bi planekê nehatim nav karê huner û medyayê. Tenê min ji van karan hez dikir. Ez keçeke dilpak û dilsaf bûm. Ji min re gotin bernameya “Bê Kontrol” amade bike. Min got baş e. Deriyek baş li ber min vebû. Çimkî berê li Holendayê em li gundekî dijiyan û min bi kurdî jî nizanîbû. Lê bi xêra vê bernameyê min kurdiya xwe baş kir. Min nedixwest tevlî kultûra rojhilatî bibim. Ji ber ku cudahiyeke mezin di navbera jin û mêran di vê kultûrê de heye. Min her xwe ji holendiyan nêzîk dikir. Lê piştre gava ez hatim Kurdistanê, min cihek ji xwe re peyda kir. Lewma niha ez nikarim piştî vê hemû kedê dev ji her tiştî berdim û rûnim.
Lê tu ji dûr ve zehf kêfxweş xuya dikî?
Ez nizanim xweşî çi ye! Ev 10 sal in, ewqasî min nexweşî dîtiye û giriyame, niha li ba min bûye tiştekî normal. Ez aktereke pirr serketî me. Tenê dema ez derdikevim derve û xwe makyaj dikim, dest bi ken dikim. Ez xwe wiha nîşan didim ku ez kêfxweş im. Lê dema vedigerim mala xwe, û bêjama xwe li xwe dikim û betaniya xwe bi ser xwe de dikim, êdî ta sibehê digirîm.
Gelo medya bi te re hevkar bû yan na?
Erê û na. Beşeke zêde ya medyayê hevkarê min bû. Lê hinek kovar û malperên internêtê hewl dan min bişikînin. Ez fam nakim ew mirov çi wijdaneke wî heye ku li pişt komputerekê rûniştiye, şimikek li piyê xwe kiriye û bi zikekî bel cixare li pey cixarê dikişîne, radibe di pênc deqeyan de jinekê dişikîne ku wê jinê hemû hewldanên xwe kiriye bo pêşvebirina civakê. Rûmeta pîrekê di civaka kurdî de pirr giring e. Lê belê ew dixwazin bi hêsanî wê bişikînin. Lê ew wijdanê wan li ku bû.
Ew çima dixwazin te bişikînin?
Çimkî ji mêraniyê şûştî ne. Niha ez gihîştime wê baweriyê ku, ew dixwazin min bişikînin, çimkî dixwazin bigihin asta min. Lê baweriya wan bi wan nîne. Ewên ku tiştên xirab li ser min dinivîsin ne zilam in, pirr piçûk in û kenê min bi wan tê. Ez hêvîdar im rojekê leqayî wan bêm û wan himêz bikim û ji wan re bêjim we hêj winda nekiriye? Niha jî dem maye û hûn dikarin vegerin û bibin zilam.
Ango tenê mêr dijatiya te dikin?
Erê, çimkî medyaya kurdî bi giştî ji hêla mêran ve tê îdarekirin. Keçên ku di ragihandinê de kar dikin devê wan tê girtin. Niha rewş ji berê çêtir e. Wek mînak, Rûdawê karîbû şoreşekê di medyaya kurdî de pêk bîne û guhdaneke mezin bi medyakarên jin kir. Rûdaw bûye marke. Niha Rûdaw dibistanek e ji me re.
Têkiliya te bi Evîn Aso re çawa ye?
Ez pirr pê serbilind im. Evîn Aso zîrek û jêhatî ye, lê têkiliyên me yên nêzîk bi hev re nînin.
Lê dibêjin berê kêşeyeke we hebû, li ser çi bû gelo?
Pêşî hinek nexweşî di navbera me de hebû, lê niha tiştek nîne. Ez niha naxwazim dijatiya kesekî bikim. Berê jî, dezgehên medyayê dixwestin kêşeyan di navbera me de dirust bikin.
Tu niha 28 salî, tu li zewacê nafikirî?
Beriya çend salan min got ez dixwazim mêr bikim û zarokan bînim, lê qismet e. Dixwazim keçeke min çêbibe û navê wê bikin Firişte. Zewac qismet û nesîb e. Lê divê kesekî wiha be ku ji min fam bike û karê min qebûl bike. Çimkî piçekî zehmet e mêr karê hunerî qebûl bike.
Kesî daxwaza zewacê li te kiriye?
Îcar kê diwêre vê daxwazê ji Deşnê Murad bike! Dibêjin Deşnê nayê kontrolkirin û em naxwazin wê bikin kulfeta xwe.
Rudaw