• Wednesday, 17 July 2024
logo

Orkestraya Kurdistanê diçe Romanyayê

Gulan Media December 3, 2014 Hunerî
Orkestraya Kurdistanê diçe Romanyayê
Li ser vexwendina balyozê Iraqê li Romanyayê, orkestraya Kurdistanê konsêrteke mezin a muzîka kurdî û cîhanî li Romanyayê saz dike.

Serokê orkestraya Kurdistanê Heval Hemed ji Rûdawê re ragihand: “Biryar e di demeke pirr nêzîk de orkestraya Kurdistanê serdana Romanyayê bike û çend parçeyên muzîkê û stranên kurdî û cîhanî li wir pêşkêş bike.”

Heval herwiha got: “Di vê konsêrtê de emê du stranên nû ku li ser Pêşmerge hatine gotin, li Romanyayê pêşkêş bikin. Lê berî em herin Romanyayê bi du rojan, emê konsêrtekê li Hewlêrê jî saz bikin.”

Rudaw
Top