• Wednesday, 17 July 2024
logo

Mikaîl winda dibe

Gulan Media December 2, 2014 Hunerî
Mikaîl winda dibe
Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Mikaîl teksteke hozanvanê kurd Şêrko Bêkes bi navê Peyamî Winbûn (Peyama Windabûnê) dike stran.

Awazdanerê strana Mikaîl, Helkewt Zahir ji Rûdawê re got: “Nûtirîn strana hunermend Mikaîl bi navê Peyama Windabûnê ye. Ev karê min ê pêşî bi Mikaîl re ye. Me bi stîleke nû kar kiriye. Emê van rojan klîpa stranê bikişînin.”

Helkewt Zahir axaftina xwe wiha qedand: “Ji xeynî vî karî, niha ez û hunermend Peywend Caf berhemeke hunerî ya nû amade dikin û emê di demeke nêzîk de belav bikin.”

Rudaw
Top