Melek Rojhat: Huner tekoşîneke bê navber e
Di muzîka kurdî de jî dengek ciwan û nazik Melek Rojhat e. Rojhat di sala 1991’an de li navçeya Elbaqê ku girêdayê Wanê ye tê dinê. Di zaroktiya xwe de dest bi hunerê dike lê him ji hêla eşîra xwe û him jî hêla civaka xwe ve rastê astengiyan tê. Li hember van astengiyan dîsa jî tekoşîna xwe ya bo hunerê didomîne û dev ji muzîkê bernade. Rojhat hetanî niha sê albûman derxistine û ji bo van albûman jî bi dehan kilîp kişandiye. Rojhat ligel stranbêjiyê gotinên stranan jî dinivîse. Di herdû albûmên xwe yê pêşîn de gotinên behremên bi deng dike dinivîse. Di albûma dawî ya bi navê Hêvî de tenê gotinê stranek nivisî ye.
Rojhat di derbarê astengiyên li pêşayiya hunermendên jin de wiha rawa kir, “Astengiyên li ber jinê hinek jî girêdayê rewşa civakê ye, mixabin di gelek cîhan de civaka me bi hiş paşda maye. Meriv dikare di hejmara stranbêjên jin de jî viya bibîne.” bilêv dike û bersivên li ser xebat û hunera xwe ji me re perwe kir.
Tu dikarî ji me re behsa rêwîtiya xwe ya mûzîkê bikî?
Li bajarê Wanê navçeya Elbakê ji dayîk bûm. Ez keçikek eşîrî me. Min di 12 saliya xwe de dest bi hunerê kir, van xebatan min bi piranî din av koman de bû. Li gelek bajaran xebatên hunerî kir û çûm başûr jî. Cara yekem min albûmek çêkir. Ev albûma min bi amatorî bû lê bawerim cîhê xwe girt û gelek dergehan di jiyana min de vekir. Navê albûma bi ya bi amatorî ‘Eşqa Dila’ bû. Dû re albûma ‘Dûriya Evînê’ û herî dawî jî albûma ‘Hêvî’ derket. Me ji albûman re gelek kilîp kişand û ev kilîp hatin hezkirin. Stranên gotinan bi piranî ez çêdikim lê ya dawî de min çênekir. Ji ber tendirûstiyê min çar sal navber da xebatên xwe yê hunerî lê hezkirina hunerê min mecbûr kir ku ez cardin vegerim nav xebatên xwe.
Di tarza te her çiqas nûansên rojavayî hebe jî meriv dikare bibêje tarzek gelêrî ye, tu bo tarza xwe dikarî çi bibêjî?
Bi rastî, gerek meriv li gora dengê xwe hareket bike, deng ji kîjan tarzê re guncav be gere meriv li gor wî bistirê. Dengê min jî ji muzîka gel re baş tê. Tarza min, muzîka min hinek dişibe muzîka elewiyan lê ez elewî nînim. Ciwanên naha tarzên cihê dixwazin wek bingehên bi pop zêdetir bala wan dikşîne. Lê min tiştek daye pêşiya xwe, armancek min heye û ji bo vê armancêjî divê tarzek meriv ya diyar hebe. Di rojê pêş de ez zêdetir sîngil û klîp difikirim.
Wek jinek hunermend tu di nav civakê de rastî çi astengiyan têyî?
Di nav gelê kurd de jinek, keçek bibe stranbêj tiştek zehmet e. Min di emrê piçûk vir ve vê zehmetiyê kişand. Ji hêla malbatê de jî gelek astengî derketin hemberê min. Astengiyên li ber jinê hinek jî girêdayê rewşa civakê ye, mixabin di gelek cîhan de civaka me bi hiş paşda maye. Meriv dikare di hejmara stranbêjên jin de jî viya bibîne. Helbet wek jinek muzîka min gelek dergeh ji min re vekirin lê astengî her berdewam in. Mixabin malbata min jî hunerdost nebûn ku piştgirî bidin min. Piştê ku dîtin ez karên baş û serkeftî dikim û di nav tekoşînê de me nêrîna wan guherî. Divê jinên me jî bi hêzbin û bo hunera xwe her tiştê bigrin ber çav. Di van dawiyan de ji jina zêdetir dengê stranbêjên mêr tê, ku ez dizanim gelek jinên dengxweş heye lê ev nikarin dengê xwe bigihîjînin derve.
Tu dikarî behsa derxistina albûma dawî ‘Hêvî’yê bikî?
Stranên albûma Hêvî bi giranî gelêrî ye. Me strana evînê ya binavê ‘Ez kalbûme’ re klîbek kişand ku ew ya Zekî Çalmak e. Oğuz Abadan arenjorî û derhêneriya albûma dawî kir. Li başûr jî me bi şîrketa Korek mûzîk re albûmê derxist. Eleqeyek baş lê hat kirin. Di warê aborî de mixabin zehmetî gelek hene. Çêkerên albûmê hesta min dixwest bidim der de serkeftî nebûn û ez dikarim bibêjim ku kêmasiya albûmê ev bû. Ji bo her albûmê ked tê dayîn û xwediyê albûmê dixwaze tişta li hember keda xwe bibîne. Ev hewce nake ku tenê pere be, eleqe bese.
Rewşa muzîka kurdî ya niha çawa ye li gorî te?
Hetanî niha di nav gelê me yê kurd şer hebû û hêjî heye. Li Şengalê, li Kobanê şer heye, ji ber wan jî dengvedana muzîkê gelek zehmet e. Rewş tenê hin stranan dixwaze, tu nikarî derkevî dervayê vê haletê rûhiyeyê. Jiyana awarte ya kurdan de muzîk cîhê xwe nabîne. Di serî de divê jiyana gel normalîze bibe yan jî ne pêkan e ku qalîte domdar be. Di alî qalîte de pêşveçûn nîne. Herkes kilîban çêdike û belav dike, hin kes jî ji alî deng de başe lê perwerdeya deng nestandi ne. Niha gelek stranbêj karê xwe wek tîcaretê dibîne, ez li hember vê me û vê karê wek tîcaret nabînim. Ez dixwazim xizmeta çand û zimanê kurdî bikim û li gora derfetê xwe çand û ziman pêşve bixim. Ku meriv bi çavê tîcarî lê binêre û kedek samîmî nedê, di qada hunerê de meriv pêş nakeve.
Bûyerên dawî yên li Kurdistanê tu çawa dibînî?
Ez tekoşîna pêşmerge û gerîlayan silav dikim. Ez wek Melek amademe ku çi bi deng be, çi bi xebatên din alîkarî bikim. Ezdiyên Şengalê jî gelê Kobanê jî xweşk û birayên me ne. Gelê me gere li hember astengiyan xwedî li koçberên me derkevin. Gere tu kurdek bêdeng nemîne û bi awayek tekoşîna xwe bikin. Hêviya me ew e ku her çar perçeyên Kurdistanê jî serkeftinê bi dest xe û derî dergeyên xweş li pêşiya wan vebe.
Basnews