• Wednesday, 17 July 2024
logo

Ciwan Haco piştî 34 salan cardin got: Pêşmerge

Gulan Media November 5, 2014 Hunerî
 Ciwan Haco piştî 34 salan cardin got: Pêşmerge
Hunermendê navdarê kurd Ciwan Haco di klîpa xwe ya herî dawî de ku li ser Pêşmerge çêkiriye, behsa yekîtiya netewî ya kurdan dike. Ciwan Haco li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Pêşmerge sembola kurd û Kurdistanê ye ji ber wê jî ez lazim dibînin bi hunera xwe xizmeta Pêşmerge bikim.



Hunermend Ciwan Haco klîpek li ser Pêşmerge çêkiriye ku wênegirtin û derhênana wê xilas bûye û dê di demek nêzîk de were belavkirin.



Helbesta strana nû ya Ciwan Haco ji aliyê helbestvanê kurd Burhan Zêbarî ve hatiye gotin. Zêbarî di helbesta xwe de behsa yekitiya netewî ya kurd û çar perçeyên Kurdistanê dike.



Ciwan Haco li ser berhema xwe ya nû ji Rûdawê re axivî û got, di cîhanê de her gel û milletek bi sembolên xwe tên nasîn, Pêşmerge jî îro bûye sembola kurd û Kurdistanê lewma ez lazim dibînin bi hunera xwe xizmeta Pêşmerge bikim.



Haco diyar kir ku di strana xwe de behsa Ehmedê Xanî kiriye ku 300 sal berê qala yekitiya netewî ya kurd kiriye, he wiha behsa Seyîd Rizayê Dêrsimî li Bakurê Kurdistanê, Qazî Mihemed li Rojhilat û Mela Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê kiriye.



Helbet ev yekemîn strana Ciwan Haco nîne ku li ser Pêşmerge dibêje çimkî sala 1980 jî kasêtek bi navê “Pêşmerge” derxistibû ku ji 14 stranan pêk dihat.



Ciwan Haco wêne û dîmenên klîpa “Pêşmerge” li bajarokê Şeqlawe, li ser çiyayê Sefîn her wiha li eniyên şer li devera Mexmûrê kişandiye. Di dema kişandina wêne û dîmenên klîpê de gellek hejêker û alîgirên wî diçûn ba wî û kêfxweşiya xwe bi dîtine wî nîşan didan. Ciwan Haco jî karê xwe dida sekinandin û bi wan re suhbet dikir.



Li Başûrê Kurdistanê Ciwan Haco pir tê hezkirin û gellek hejêkerên wî hene. Dema çû ba Pêşmerge, pêşmerge hemû ketin rêzê ji bo ku pê re wêne bigirin.



Fermandeyê Pêşmerge li Eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî, li ser Ciwan Haco ji Rûdawê re got, Ciwan Haco hunermendekî netewî ye. Wî şêwaz û stîla stran û mûzîka kurdî guhert.



Ciwan li nav çeperên Pêşmerge de saza xwe derxist û stranek ji bo pêşmergeyan got. Sîrwan Barzanî jî pê re digot.



Ciwan Haco 17ê Tebaxa 1957an li bajarokê Tirbespiyê yê Qamişloyê ji dayîk bûye. Ciwan Haco ji malbata Haco Axayê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê ye. Piştî serhildana Şêx Seîdê Pîran ji Mêrdînê çûn Rojavayê Kurdistanê.



Saz li cem piraniya xelkê Bakur her wiha kurdên êzîdî jî tiştekî pîroz e, malbata Ciwan Haco jî ji ber ku piranî di nav kurdên êzîdî yên Rojavayê Kurdistanê de bûne, ew pîrozbûna sazê li cem Ciwan Haco jî çêbûye û her dem li sazê daye û pê re stran gotiye.



Ciwan Haco cara ewil di temenê 15 salî de kasêtek bi navê “Emîne Emîne” li mal de tomar kir. Ciwan li ser wê kasêtê dibêje, ez wê demê aşiq bûm. Emîne navê wê keça ku min jê hez dikir, bû lê nebû qismetê min. Emîne zewiciye û niha bi hevjînê xwe re dijî lê heta niha jî ez jê hez dikim.



Ciwan sala 1979an diçe Ewropa û li Almanyayê akincî dibe. li wir mûzîkê dixwîne û dikeve bin bandora mûzîka almanî lewma mûzîka Pop û Rock tevlî mûzîka kurdî dike. Ciwan Haco sala 2004an û bo cara yekem li Tirkiyeyê konsêrek da. Gellek kes çûn konsêra Ciwan Haco û pêşwaziyek germ lê hat kirin.



Ciwan Haco bi hunermend û lîstikvana navdar a Tirkiyê Hulya Avşar re jî stran gotiye. Hulya Avşar li ser wê duetê dibêje: “Min heta wê demê bi ti kesî re duet nekiribû lê dema min navûdengê Ciwan bihîst min qebûl kir ku pê re duetê bikim. Helbet ez bi xwe jî kurd im û min xwest bi vê yekê xizmetek biçûk bi netewa xwe bikim.”



Ciwan Haco jibilî gotina stranan, di fîlma bi navê “Dol” ya derhênerê kurd Huner Selîm de jî lîstiye. Haco ji bo piraniya êş û zilma ku li Kurdan hatiye kirin, stran gotiye. Herî dawî li ser êrişên DAIŞê li dijî Şingalê jî Ciwan Haco stranek got.

Rudaw
Top