• Wednesday, 17 July 2024
logo

Diyar Dersim li Kobanê şerê DAIŞ dike

Gulan Media October 23, 2014 Hunerî
Diyar Dersim li Kobanê şerê DAIŞ dike

Hunermendê dengxweş yê Dersîmê yê bakûrê Kurdistanê Diyar Dersîm ji bo hevxemiya xwe bo ax û niştiman û birayên şervanên Rojavayê Kurdistanê berê xwe daye sengerên şervanan û li dijî dijmin çek hilgirtiye.

Diyar Dersîm ji Xendanê re dibêje: Heya Kobanê Azad nebê ez çeka xwe danaynim û bi xweîna xwe ezê axa pîroz a Kurdistanê biparêzim.

Diyar Dersim got: Ez weku her takekî Kurd amade me ji bo azadiya Kurdistanê şer bikim û xwîna xwe bikim diyarî bo kêmkirina êşa Rojavayê Kurdistanê.

Li dawiya axaftina xwe de hunermend Diyar got: Dema min berê xwe da bereyên şer min biryar da ku heya dilopek xwîn di leşê min de mabe ez segeran bi cî nahêlim û ezê hevkar bim ji bo bicînehatina xewna dijminên Kurdan ku ev demeke destê wan bi miletê me sor bûye.

Xendan
Top