• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şahciwana Kurdistanê bû çarem

Gulan Media October 18, 2014 Hunerî
Şahciwana Kurdistanê bû çarem
Şahciwana İnternetê ya Kurdsitanê 2013 Dalya Rêbwar Hesen got, herçiqas nikariye di pêşbirka Grand a Şacivaniya Cihanî de bibe yekem jî, du serkeftin bi dest xsitine ku navê Kurdistanê gihandiye cîhanê û di nav nûnerên 90 welatan de buyê çarem.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Basê Şahciwana Kurdistanê Dalya Rêbwar Hesen diyar kir ku wê kariye navê Kurdistanê bighîne cîhanê û bi cilûbergên Kurdî beşdarî pêşbirka cîhanî bibe.

Hun wek nûnera Kurdistanê beşdarî pêşbirka Şahciwaniya Grand a Cîhanî bûn. We çawa biryar da?

Dalya Rêbwar: Li ser çend xala min xwest ez beşdarî vê pêşbirkê bibim. Yekem: Derfetek hat pêş ku em jî wek Kurdistan bikaribin di warê siyasi, çandî û cilûberg e xwe bi cîhanê bidin nasin û em wek Kurd beşek in ji civaka navdewletî û em xwe kêm nabînin ji ti neteweke din. Duyem: Îtirafpêkirina bi Kurdistanê, cuda ji İraq, Îran, Suriye û Tirkiyê ji bo min xala herî girîng bû. Divê em gav bi gav pêş ve biçin û Kurdsitanê bi cîhanê bidin nasîn. Sêyem: Min dixwest ez bi ve beşdariyê deriyekî ji bo keçên Kurd vekim û ji bo cîhanê jî îspat bikim ku ti cudahiyên keçên Kurd ji keçên welatên din nîne.

Piştî ku wêneyên we yên bi bîkînî belav bûn, hun gelekî hatin rexnekirin, di vê derbarê de hun çi dibêjin?

Dalya Rêbwar: Bêguman berî ku ez bîkînî li xwe bikim, min dizanî ku ez dê bêm rexnekirin. Lê min beşdarbûna xwe xiste mêzînê û min ji xwe pirsî, erê beşdarbûna min ne baştir e ji rexneyên çend kesan, bi nerîneke teng temaşe dikin. Dawî min biryar da ku ez beşdar bibim. Min xala yekem hilbijart û ez bawerim ku ev bijarde dibe karekî dîrokî. Raste rexne kirin, lê ewen destxweşî li min kirin jî ne kem in. Xelkê Kurdistanê ewên li derve yan jî diçin derve bi bikînî xwe didin ber tavê û kes rexna li wan nagirin. Ev rexnane ne ji bo li xwekirina bîkînî ye, ev li kare min e ku min ji bo mebesteke mezin ya cîhanî ev kar kiriye. Ez şaşbûm li himber vê rexneya ku li ser bîkîniyên min ewqas mezin kirin. Min yek sal karê xerxwaziyê kir lê ewqas mezin nekirin.

We karî çiqasî Kurdistanê bidin nasîn. Ew keçên beşdarî pêşbirgê bûn Kurdistan nasdikirin?

Dalya Rêbwar: Di nav nûnerên 90 welatan de tenê nûnerên welatê Swêd, Îran, Fîllanda û Lubnanê navê Kurdistanê bihîstibûn. Min karî navê Kurdistanê bi wan keçên din yên nûnertiya welatê xwe dikirin bidim nasîn. Em hefteyekê li Tayland man û me çalakiyên cuda kirin, min dît ku xelkê Taylandê navê Kurdistanê nebihîstine. Min karî navê Kurdistanê bi Taylandiyan bidim nasîn.”

Piştî van hemû rexneyan tuyê werê Kurdistanê?

Dalya Rêbwar: Belê ez bi nêtim û hezdikim projeyên nû bikim.

Eger tu bibûya yekema pêşbirka Grand teyê bikarîba navê Kurdistanê bi cîhanê bide nasîn?

Dalya Rêbwar: Eger wek şahciwan bihatima hilbijartin, min dê ji bo Kurdistanê projeyên mezin encam bidana. Bi taybetî jî min dixewst ez ji bo wan Kurdên ketine destê DAÎŞ’ê karekî bikim, ji ber ku şahciwanên Grand ji bo aştiya cîhanî kar dikin. Ji derveyî wê jî serdana hemû cîhanê dikin û kare xêrxwazî dikin.

Li Facebook çendîn profîl hatine vekirin bi navê te. Profîla a te ya fermî kîjane?

Dalya Rêbwar: Rast e çend profîl hatine vekirin. Herî dawî profîlek bi navê Dalia Hassan hatiye vekirin lê profîla min a fermî Dalia Rebwar Hassan e.

Basnews
Top