• Wednesday, 17 July 2024
logo

Nazirî, Mewlana bi cîhanê dide naskirin

Gulan Media October 16, 2014 Hunerî
Nazirî, Mewlana bi cîhanê dide naskirin
Di merasîma helbestvanê navdar Mewlana Romî de, hunermendê Kurd Şehram Nazirî hat xelatkirin.

Hunermendê Kurd Şehram Nazirî, bi stran û awazên xwe helbestên wî helbestvanê klasîk yê Îranî bi gelên cîhanê daye naskirin û elbom û konsretên wî li ser helbestên Mewlana li bazarên mozîka cîhanê belav bûne.

Di merasîmekê de, mewlazanê îranî Kerîm Zemanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û got: “Danîna awazê li ser helbestên Mewlana karekî dijware, lewma di sedsala burî de mozîkjen û hunermendên îranî nikarîne û nikarin helbestên Mewlana bikin awaz û ligel mozîkê bêjin, lê Şehram Nazirî wek yekemîn car di dîroka wêjeya îranî de kariye helbestên Mewlana bike stran, ez destxweşiyê lê dikim.”

Di beramber de Şehram Nazirî got: “Ev 40–50 sale ku ez kar li ser helbestên Mewlana dikim û bi dehan xelat û mîdalî pêşkêşî min hatine kirin, ez gelek nedilxwazê vî corê merasîmanim, lê çendîn mamosteyên wêjeyî yên edebî daxwaz ji min kirine ku, bo rêzgirtin li kesatiya Mewlana, ez di vê merasîmê de amade bim.”

Di vê merasîmê de, piştî çendîn demijmêr ji strandin û gortina helbestên Mewlana, medelyaya mewlana pêşkêşî Şehram Nazirî hat kirin.

Basnews
Top