Fîlmekî Kurdî berbijarê xelata Oskarê ye
![Fîlmekî Kurdî berbijarê xelata Oskarê ye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/785765446.jpg )
Li gor malpera fermî ya xelata Oskarê ji bo gera îsal, ku wê têde 83 welat hevrikiya bidestxistina wê xelatê bikin, yek ji wan welatan jî Iraq e û bi fîlmê Kurdî yê bi navê Merdan beşdar dibe.
Fîlmê Merdan, çîroka pêşmergeyekî Kurd vedibêje û ew film di sala borî de li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin û têde lîstikvanê navdar ê Kurd Husên Hesen, dengbêja Kurd Hêlane Ebdula, Helly Luv, Isamîl Zagros, Feyaz Doman, Mîr Murad Bedirxan û çend lîstikvanên din rol dibînin.
Di senaryoya fîlmê Merdan de, Pêşmergeyekî Kurd, ku di zarokatiya wî de çîrokek nexweş tê serê wî û dibe mirovekî dûrxistî û bi tenê dimîne, ew li xwezaya kovî û di nav çiyayên Kurdistanê de li zilamekî windabûyî digere.
Wek tê zanîn, fîlmê bi navê Merdan, fîlmê yekem ê dehênerê Kurd Betîn Qubadî ye û dê beşdarî gera 87’emîn a festîvala Oskarê bibe, ku biryar e di roja 22’ê Sibata 2015’an li Amerîkayê bê lidarxistin.
Basnews