• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şivan Perwer: Yekîtî û hevgirtin me biser dixe

Gulan Media October 5, 2014 Hunerî
Şivan Perwer: Yekîtî û hevgirtin me biser dixe
Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer li Berlîn bû mêvanê BasNewsê û li ser rewşa dawî ya Kurdistanê û berhem û xebatên xwe bersiva çend pirsên me da.

Pirs: Hûn ji bo çi li Berlînê ne?

Perwer: Ji bo bixêrhatina Beşîkçî ez hatim Berlînê û şeveke rêzgirtinê ji wî re amade dikim.

Ez bawerim bernameyeke we ya din jî heye ji bo tomarkirina deng?

Perwer: Ji bo tomarkirina straneke nû li ser berxwedana 'Şengal û Kobanê', hevalên me yên di warê tomarkirina deng û studio li Berlînê amadekarî kirine, ez jî ji bo wê li vir im.

Strana han çima niha we amade kir?

Perwer: Beriya niha jî min du stran gotin li ser Şengal û hêza Pêşmerge, Pêşmerge û Gerîla, berxwedana Miletê Kurd, vê carê jî bi rengekî din li ser berxwedan û dostî û biratiya nava Kurdan, me ev stran amade kir.

Çiqas dibe ku we ev berhem amade kiriye?

Perwer: Di nav mehekê de min 30 stran nivîsandin, û 3 ji wan hatine tomarkirin (Pêşmerge, Pêkhevî) hatin belav kirin û hevgirtin di rê de ye.

We behsa Şengal û Kobanî kir, hûn rewşê çawa analîze dikin?

Perwer: Şengal reseneke dîrokî ya Kurdistanê ye, li dunyayê çi dibe bila bibe, lê divê Şengal ji destê Kurdan derneyê, ji ber dema Şengal tê gotin, xelkê Êzdî tên bîra me, Êzdî jiber baweriya xwe bêjin em Êzdî yan Kurd in an ne Kurd in, qet ferq nake, ji ber ku Êzdî Kurdên resen in, di vêna de şik tune, bi kultura xwe, ziman û ola xwe re hemu bi Kurdî ye, gava yekî got ez Êzdî me, wateya wê ew Kurdê resene, parastina Êzdî, Êzdayetî û Êzdîxanê erkê her Kurdekî ye.

Pêşmerge rûmeta miletê Kurd e, sembola azadî û berxwedanê ye, rêbaza Barzaniyê nemir e, pêwîste qet gotinek neyê ser navê Pêşmerge, lê Pêşmerge jî pêwîste ji hemû leşkerên dunyayê fedakartir be, parêzkarê wê rêbazê, welat û miletê Kurd be, pêwîste Pêşmergeyên niha, ku nevî û kurên Pêşmergeyên mîna şêr û pilinga, neviyên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman in, di astekî baş de bên perwerde kirin, hikûmeta Kurdistanê her dem li ber çav bigire, berçavgirtina Hêza Pêşmerge di ser her tiştî re be.

Pêşmerge ne leşkerê pare û malê dinê be, divê Pêşmerge bi bîr û bawerî be, xwedan derketina rêbaza Barzanî be. Û Kurd herdem bûne qurbana dujiminê derdorê, ne hiştine Kurd ji hev bawer bikin, ji hev hez bikin û hevdû biparêzin, îro gerîla em bêjin, keç û kurên me yên gelekî fedakar û qehreman in, gava em gotina gerîla wergêrînin Kurdî ew jî dibe 'Pêşmerge', ev têkoşerên hêja, yên kîjan partî kîjan rêkxistinê bin, qet ferq nake, hemû parêzvanên Kurdistanê ne, hemû xizmeta milet, gelê xwe dikin, canê xwe didin, min divê bi ruhekî ne eşîrî û ne partî û hizbî, bi ruhekî netewî û îdolojiyeke netewî Kurd piştgiriya hev bikin, rojeke giran liser Kurdan heye, ev her Kurdekî eleqedar dike, dinya jî hemû haydar e, bila dinya bibîne em Kurd bi yek dilî, yek zimanî, yek ramanê dixebitin, wê gavê dostên me jî çêdibin, jiber ku întereseya wan jî li ser welatê me heye, Kurdistan welatekî pir dewlemend e, bi çiya û mêrg û rûbar û çem û kiştûkal û cewherê ser û binê erd, petrol û gazê bala hemû dinyayê dikşîne, lê qudreta vî welatî bi destê miletê vî welatî be, ewê baş bê parastin û Kurd wê bibin miletekî azadîxwaz, aştîxwaz, demokrat, rêzdarên mafê mirovatiyê, stranên min di vî warî de ne, û îro pêwîste Kurd hemu piştgirtiya hevdû bikin.

Liser Kobanê jî dibêjim: ‘‘Mixabin bi tenê hereket kirin e, ne xwestin bi birayên xwe yên din re pêkve bixebitin, em gelekî xemgîn in ku îro rewşa Kobanê wiha ye, dîsan çi ji destê me were, ew birayên me ne, ew bi qehremanî xebatê dikin û li ber xwe didin, me divê miletê Kurd hemu li wan xwedî derbikeve.

Di dema xwe de mirov hereket bike, li ser rastiya xwe rawest e, mirov wenda nabe. Lê xwedê neke mirov wenda bibe piştre poşmanî pir zehmet, êş û azar berdewam dibe, loma îro her kes divê di wî warî de çalak be, kes xetayên kesî zêde mezin neke, kes şaşî û xeletiyên kesî mezin neke, daku li hev xwedan derkevin û em dibînin ji cîranên me destê dostanî dirêj nebû, Tirka jî, Ereba jî Farisa jî ew hovên îro hember çepera me ne, ew ji Tirk, Ereb û Farisa derketine, ew bixwe dizanin ku hov in û ne wek însana ne ku eger pêşde herin wê bibin bela serê wan jî lê dîsan jî ber şerê kurdan dikin, cî bi cî piştgiryia wan dikin, anku pir şerme mirov ewqas xiyanet nake ji însanên dost re, em Kurd herdem dixwazin bi Ereb, Tirk û Farisan re dost bin, lê ez nizanim çima ewqas dijmintiya me dikin, lê bila baş bizanibin, çend dijmintiya me bikin, ewê jî wenda bikin, ji ber ku kesê here nêçîrê, bi xwe jî dibe nêçîr, ew kesê xayîn, qet sernakeve, gunehê me dê ji wan were pirsîn, lê dîsan jî em gavê ji dostanî û biratiyê şunda navên.

Piştî şerê DAÎŞ’ê hûn çi pêşbînî dikin ji bo Kurdan?

Perwer: Ev şer, şerê kedxwara ye, şerê zalima ye, mixabin însanên bê hiş û raman tên bikar anîn bi navê dîn, lê di vê tiştî de ne dîn ne jî îman heye, ne xweda gotiye, ne jî pêxember gotiye şerê însana bikin û ji mere însanan bikujin, ev şerê bê dîn û bê îmana ye. Eger vî şerê ji dînê Îslamê re bikin ma ew bi xwe dînê Îslamê perîşan dikin, Îslamê bê wate wek dînekî terorê ji cîhanê re didin xuyakirin, dawiya wê dê were, ji ber ku dinya hemû wê qebûl nake, ji ber xelkê bê guneh dikujin û malê wan talan dikin, jin û keçê wan tecawiz dikin di kolan û bazaran de difroşin, ev rûreşî û şermeke ji bo hemu dinyayê, eger mirov li dij derneyê, îro gelê Kurd di çeper deye li hember wan, li Xaneqîn, Celewla, Kerkûk, Mexmûr, Şengal, Qamişlo, Serê Kaniyê, Kobanê û Efrînê, dinya pêwîste ku qedrê însanan li bo wan heye, rêz û hezkirina wan bo însan heye alîkariya miletê Kurd bikin, ji ber miletê Kurd li hember wehşiyeta dinyayê şer dike û Kurd pêwîste guhê xwe bidin kek Mesud Barzanî ji ber ku ew ji aştî û biratiya nav miletê Kurd re û him jî berxwedan û têkoşîna miletê Kurd re rêberekî mezin e, kek Mesud Barzanî bi dil û can xoşewîstî, yekîtî û hevgirtina miletê Kurd dixwaze, eger em Kurd di vê rojê de destê hev bigrin, hêza xwe çêbikin, emê serbikevin û dinya wê rêza me bigre û alîkariyên ji yên niha mezintir bidin me, ji ber em pir êşan, me gelek zehmet kişand, û dinya ket ferqa vê zehmet û êşê, em ê biserkevin.

Tu û huner dê li ku rawestin?

Perwer: Ez û huner ranawestin, ez dê hunera xwe berdewam bikin, tiştê bi bîr û baweriya ji dilê mirova hat ew rast e, ne ez bi tenê hemu hunermendên Kurdistanê divê ranewestin, çi ji destê wan tê divê ew bikin bi rêya hunerê ji bo xizmetkirina Kurd û Kurdistanê.

Hûn ji bo birêz Ocelan çi dibêjin?

Perwer: Ocelan rêberekî dîrokî û siyasetê baş dizane, îro di nava gelê xwe de bûya wê rewş bi awayekî din ba, lê mixabin ev jî êş û xemgîniya gelê me ye ku bi salane di zîndanê de ye, divê Kurd ji bo azadiya wî tevbigerin, daku ji wê esaretê derbikeve û azad bibe, bikeve nav gelê xwe de.

Ji bo azadkirina Ocelan û prosesa aştiyê divê çi were kirin?

Perwer: Ger Tirk vê prosesa aştiyê baş bimeşînin, qaşo me bawer dikir, wê baş bimeşe, di vê prosesê de azadkirina birêz Ocelan jî heye.

Hûn ji bo birêz Talebanî çi dibêjin?

Perwer: Birêz Mam Celal, Pêşmerge û siyasetmedarekî kevne, xwedî rabirdûyeke mezin û dewlemend e, siyaseta whi siyaseteke kûr û berfireh e, lê xemgînî û êşa gelê Kurd mixabin ew jî xist, dîsan jî bo xelkê xwe bê texsîr xizmet kir, ez silametiya wî dixwazim, min dixwast serdana wî bikim û pirsa tendirustiya wî bikim, lê derdora wî gelekî tijî bûye, ku firset çê bibe ezê serdana wî bikim û straneka ku ew jê hez dike 'Kurdistan baxçê Gulan' jê re pêşkêş bikim.

Di dawiyê de tu gotineke we heye?

Perwer: Ez hevîdarnim miletê Kurd were astekî ku bikaribe bi xwe xwe biparêze, her felaket û nexweşiyên bi ser miletê Kurd de hatin tenê xwe emanetê Pêşmerge û Gerîla neke, bi xwe bikare li ber xwe bide, rica min ji hikûmeta Kurdistanê heye, bi taybetî bi kek Nêçîrvan Barzanî ku kesekî bêhnfireh û têgihiştî ye, gelê Kurd wek xelkê Îsraîl fêr bike, roja pêwîst bû, miletê Kurd rabe li ber xwe bide û xwe b parêze, ne bêje filan û filan hat em gund û bajaran berdin, ev şermeke mezin e, divê ew netirsin û rica min ji eşîr û axayên Kurdan jî heye, bila dîsan xwedan eşîr û axatiya xwe bin lê jiyana wan bi Kurdistan azad ve girêdayî ye, Kurdistan ku azad nebe ew jî azad nabin, hemu mele û xoce û dîndarên Kurdistanê zanin milet ne xwedî welatê xwe be, dîn û îmana wan jî ne kamile, baweriya dîn û îmanê bi azadî û serbestiya milet derbaz dibe, bila qedrê xelkê me yê Êzdî baş bigrin û bila ferqiyetên din baş biparêzin weke Xiristiyan, Kildan, Ermenî û Cihûyan baş biparêzin, ji bo me û bo dinyayê Kurdistaneke demokrat û mînaka mirovatiyê pêwîste wiha em biser dikevin.

Basnews
Top