Hozan Brader: Modernîteyek bê netew boyaxa ser sûsê ye
Brader ku di vê dema sirguniyê de 12 albûmên ku di warê bingeha muzîkal de asta dengen kurdî hilkişand qadek bilind, jiyan, xebat, kul û ‘birîn’ên xwe bi BasNûçe’yê re par ve kir.
Di serî de em hinek li ser rewşa we ya heyî, ya niha bisekinin. Mamoste Brader niha li ku dijî, bi çi re mijûle û di atmesforek çawa de ye di warê nêrîna jiyan û sirguniyê de?
Ez ji sala 1986’an û vir de li welatê Hollanda tevî malbata xwe jiyana xwe li vê xerîbiya kambax derbas dikim. Piştî 18 salan ez dikariyam vegeriyam welêt. Min fam kir ku em ji welatê xwe xerîb mane û em li vir jî her xerîbin. Ez ji bilî karê hunerê tu karekî din nakim û min nekiriye. Li gel xebata muzikê ez bi Hollandiyan re karê sînema û şano jî dikim. Ji bo Kurda min di çend kûrtefîlm û rêzefîlman de jî aktorî kiriye. Wek Kolanên Xerîbiyê, Dengê Deffê, Meş û Şoreş û Şirîn. Carna dinivîsim carna jî karê şêwekarî dikim. Min di mala xwe de ciyekî xebatên taybet ava kiriye. Dema li mal bim li wir karê hunerî dikim.
Seyda tu di roportajek xwe de behsa çîroka muzîka xwe dikî û tu di vegotinê de bandora bavê xwe nişan didî. Tu dikarî hinekî behsa vê bikî?
Dema ez biçûk bûm bi taybetî zivistanan civata gund li mala me bû. Bavê min stran, serpêhati ji civatê re digot û şevbihêr wisa derbas dibû. Gelek stranên ku bavê min digotin hê jî bi dengê xwe li ber guhê min e. Wê civata bavê min gelek bandor li min kir ku ez bûm evîndarê stranên Kurdî. Wek stranên Evdalê Zeynikê, Siwaro, Kinê, Edlayê, Kevanjenê ez ji bavê xwe hîn bû me. Bavê min dengbêj û xeberxweşekî baş bû. Mala me weke dibistana gund bû. Beriya bi mehekê min li gund zilamekî gundê me dit ku wê çaxê dor bi dor dihat civata bavê min. Eynen wisa digot ji min re: ‘’Rahma xwedê lê be. Her şev dema ez dihatim civata bavê te, carna bavê min digot ma hûn her şev diçin mala Sulo çi dikin? Min ji bavê xwere digot em diherin aqil ji apê Sulo digrin.’’ Ew ciwamêr niha li Mûsîka ye. Navê wî Şêxê Hisênê Qero ye. Welatparêzekî gundê me yê destpêkê ye...
Dema meriv ji stranên te guhdar dike hemû çand û kevneşopî ji ber çavê meriv derbas dibe. Sedema germiya muzîka te çi ye bi ya te?
Heger te bi zimanekî muzîk afirand û bêhna gul û sosinê wî welatî jê neyê, dengê teyr û tilûr û rengê bihar û payiza wî welatî ne diyar be, ew muzîk pîne ye, ezbere ye. Bê reng û tahm e. Dema ez stranan diafirînim hemû êş û xweşiyên welatê min wek sînema di xeyalên min re derbas dibin. Belkê germahî di wir de ye.
Bandora sirguniyê di warê çavkanî û bingeha mûzîkal de bandorek çawa li ser xebatê te kir. Ji bo hunermendekî sirgûn ê ‘birîndar’ têkiliya bi hunerê re deriyên bi çi rengî vedike an jî digire?
Bê gûman muzîk karê hesta ye. Hest jî ji faktorên ku mirov jiyan dike bandora xwe digire. Xerîbiyê bandorek mezin li ser min kiriye. Di muzîka min de hemû rengên xerîbiyê xuya dike. Lewma muzîka min hinek zêde xemgin e. Di warê muzîkalê min li hunermendên biyanî yê Ewrûpî guhdar kir, min bi wan re kar kir. Ji ber vê her çiqas aliyekî min yê klasik yê dengbêjî hebe jî, rengeki nûjen di muzîka min de xuya dike. Dikarim bi dengbêjî dest pê bikim bi muzîka nûjen biqedînim. Ne tenê ez, gelek hunermendên me bi vî rengî hene li Ewrûpa.
Dema mirov li bingeha muzikal û gotinên we dinêre kevneşopiya kurdistanîbûnê li ber çavan tê raxistin. Li navenda modernîzmê jiyîn û li aliyê din jî serkeftineke di warê muzikê de ya ku ji rûçik û kokê tê… Di vê qadê de hûn dê çi bibêjin?
Ez ji civatek kevneşopî, kurdperwer û siyasî me. Ez însanekî di warê siyasi de Kurdistanî me. Hemû xebatên min jî li ser vê bingehê ava bûye. Her ciqas modernîteyê diparêzim jî, dixwazim vê modernîteyê bi havênê Kurdistanî bimeyînim ku karibim pêşkêşî gelê xwe yê Kurdistanî bikim. Modernîteyek bê netew wek boyaxa ser susê (zingar) ye. Baranek xurt were ew jî diçe.
Di stranên xwe de hûn bi firehî li ser portreyan disekinin û çîroka hin qedir giranên kurd distrên. Gelo mimkûn e ku em bi rêya we di derbarê çîroka Harûn de (harûnê min) bibin xwedî agahî?
Meriv çiqas netewî be ewqas dibe heyranê gelê xwe, kahramanên xwe ango portreyên xwe. Dema portreyek dikeve holê, hestên meriv yên netewî dikelin. Tu wek hunermend dibe şahîdê bûyeran û bi hunera xwe van portreyan di wêneyê netewa xwe de bi cih dike. Strana ‘Harun’, ‘Sofî’, ‘Delila’ û ‘Şerzan’ bi vî awayi bi min re derketin.
Kurdistan bi ‘termên wenda’ tije ye. Gelo asta ku wêje û huner an jî afirinêriya Kurdan gihêştiyê bi têra xwe li ser van rastiyan radiweste?
Di warê hest û afirandinan de hunera me di tengasiyek mezin de ye. Gelek car em wek hunermend netewî nafikirin. Em lokal difikirin. Gerîlayek an pêşmerge an zeravan dema dikevin asta herî bilind dikeve şehadeta xwe. Lê mixabin em hunermend gelek car li derdora wan pakrewanan di wareki lokal digerin. Dema li ser wan diramin, em netewî naramin. îro gelek hunermend hene tu nikare strana Sofî an Harûn bi wan bide gotin. Ji ber ku wê bêjin ev her du ne ji partiya me an franksiyona me ne. Ji ber ku Harûn ji xeta PKK’ê Sofî ji xeta PDK’ê tê. Lê bi eniyek vekirî dibêjim, min her du stran afirandine. Gelek car dema dibêjim giriyê min dikeve gewriya min. Ji bo min rengê wan, siyaseta wan li aliyeki, cangoribuna wan li aliyekî ye. Ez niha jî li ser stranek ji bo Necmettîn Buyukkaya dixebitim. Lê astengiya me ya mezin di warê teknik û abori yani bazarî de ye. Em diafirinin lê nikarin bighînin guhdarvanên xwe.
Rewşa derdora muzîka kurdî bi totalî di çi rewşê de ye. Niha hin derfet û merc derketine holê. Tevî vê em dikarin bibên ku hebûna derfetan qelîteya afirinêriyê gêş dike?
Qedexeyan tu carî pêşketina hunerê nikaribû bisekinîne lê belavkirina wê asteng dikir. Niha her tişt serbest e. Lê em tune ne. Wek ku min li jor got: Bazara me tune ye. Çerxa me ya hunerê nagere. Salê carek konserên Newrozê çêdibin yan çend festîvalên ku wek salveger an xebatên siyasî pêk tên. Heger ev jî tunebûna muzîka me dê ji zûda zuha bibûya. Lê ev têr nake. Gerek bazarek hebe ku em konseran li darxin u berheman biweşînin wek xelk û netewên cîran.
Li ser muzîkê çi xebatên te hene, di pêşerojê de projeyên te çi ne?
Niha projeya du albuman heye. Lê nikarim derxim û bighînim guhdaran. Bêhêvi me mixabin. Li gel van albuman min stranek bi navê ‘DîLBERA HEWLERÊ’ 29 dk. heye. Projeyek din bi navê Meşa Mezin ku nemir Barzanî ji Mahabatê destpêkir hetanî Sovyetê meşiya û hat vegeriya şoreşa îlonê 25 dk. ye. Li gor projê zêdeyî bîst hunermend, şaîr û nivîskar tê de cih digirin. Lê gel van strana Têlî yê ya ku gorbihiştê Husenê Farê xwendibû bi bingehek nûjen min xwendiye min hinek neqşên dibistana Serhedê tê de bi cih kirine li ber destê min heye. Tevî muzîka xwe dike 15 dk. û ez her gav û roj stranan diafinirînim û arşîv dikim. Lê em nikarin belav bikin mixabin.
Ku em werin ser polîtîkayê… Wek tu dizanî di demek nêz de di navbera PDK’ê û PKK’ê de gengeşiyek, nexweşiyek derket holê. Tu di derbarê gengeşî û birakujiyê de çi difikirî?
Ez jî weka her kesî xemgînim û bangawaziya haştiya netewi dikim. Em li hêviya kongra netewî ne. Başurê Kurdistanê gihiştiye asteke ku niha xwe li gema serxwebûnê dide. Gerek em hemû Kurd jê re bivin alîkar. PKK jî PDK jî û YNK jî dizane ku em ne li hev bin feyda kesekî te de tune ye û pevçûna Kurda xwe bi xwe ne di berjewendiya netewa Kurdan de ye.
Di demên dawî de gelek kes vegeriyan welêt û gelek sirgûn jî dê dil hene ku vegerin.. Fikreke we ya vegerê he ye?
Ev 27 sale li Hollanda me. Zikek têr yek birçî ez û mala xalê xwe sosyal (meaşê sosyalê)em hevdû îdare dikin. Carna li vir karê sinema an şano ji min re derdikeve, carna konser çêdibin. Heger vegerim welat nizanim ez ê çawa jiyana xwe îdare bikim. Hîna alternatîfek ji min re peyda nebûye. Ez bi xwe li ser alternatîfan radiwestim. Heger ew derfet çêbive ku li welat di warê aborî perîşan nebim ez dixwazim vegerim welat. Helbet ne bi roj ez ê bi şev mala xwe bivim welat. Spasiya we dikim. Silav bo xebatkar u xwendevanên we.
Basnews