• Wednesday, 17 July 2024
logo

Deşnê mal bi mal geriya

Gulan Media September 16, 2014 Hunerî
Deşnê mal bi mal geriya
Hunermenda Kurd Deşnê Murad û Hunermend Bedîl Ibrahîm alîkariyên mirovî bo derbiderêm Kurdên êzdî yên Şingalê kom kirin û ji bo wan derbiderên ku li Dihokê bi cih bûne, şandin.

Derbarê vî karê xêrxwazî de Deşnê Mûrad ji Ajansa BasNewsê re ragihand ku, ez wek keçek Kurd û hunermendek bi vî erkê niştimanî rabûme, ez li malên Kurdan li Elanya û Holanda germa û gelek kelûpel û alîkariyên mirovî bo xweşk û birayên Kurdên êzdî kom kirin.

Ew alîkariyên ku Deşnê û Bedîl mal bi mal kom kiribûn niha gihane Dihokê, Deşnê bêtir li ser vî karî axifî û got: “Di vê rewşa niha de ez bi vî awayî dikarim alîkariya xelkên welatê xwe bikim, ji min re şanaziyeke ku ez mal bi mal li Holanda û Elmanya geriyam û min alîkarî kom kirin, hejmarek malbatên holendî û elmanî jî alîkarî pêşkêş kirin.”

Di dawiyê de Deşnê Murad kêfxweşiya xwe bo kom kirina alîkariyan bo Kurdên êzdî anî ziman û hêvî xwest ku her dem Kurd yek deng û reng bin.

Rudaw
Top