• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hadassa bo serxwebûna Kurdistanê stran gotin

Gulan Media September 1, 2014 Hunerî
Hadassa bo serxwebûna Kurdistanê stran gotin
Duh di çalakiya Kurd, Elman û Cihûyan de li navenda bajarê Frankfurt ê Elmanya hejmareke zêde ya Kurdan beşdar bûn û herwiha siyasetmedar, kesayetî û hunermendên Kurd, Cihû û Elman cih girtin.

Di destpêkirina çalakiyê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Frankfurtê axftinek kir û herwiha hinek siyasetmedar û parlamenter jî axifîn. Hemûyan biratiya Elman, Cihû û Kurdan xwestin û di rewşa niha ya gelê Kurdistanê têde dijî û berxwedan û têkoşîna gelên Kurdistanê li hember dijminên hemû cîhanê grûbên radîkal anîn ziman. Herwiha tekez kirin ku divê Kurd bibin xwedî welatekî serbixwe û hemû cîhan wan biparêze.

Di bernameya hunerî de ku hijmarek hunermendên Elman, Cihû û Kurd beşdar bûn, hunermenda navdar a Îsraîlê ya bi esil Kurd Hadassa Yeshurun çend stranên Kurdî yên şoreşgêrî û gelerî gotin û piştgiryia xwe bo serxwebûna Kurdistanê bi dehan car li ser dikê anî ziman û hêvî kir ku di demeke nêzîk de Kurd bibin xwedî dewlet.

Hêjayî gotinê ye ji seranserî Elmanya û hinek bajarên Holendayê derdora 3 hezar Kurd, Elman û Cihû beşdarî çalakiyê bûbûn.

Basnews
Top