Amûra mûzîkî ya bi navê Erbane gellek çand û ayînan li hev kom dike
Çerm dikişînin ser gergereyeke darîn a gilover û erbaneyê çêdikin. Erbane bi lêdana tiliyan tê lêxistin û li herêmên kurdan wek amûreke mûzîkê tê bikaranîn.
Li aliyê hundirê erbaneyê de xelekên hesin hene û ev xelek di her lêxistinê de li çermê li ser erbaneyê an jî li gergereya darîn dikevin. Deng û rîtma ku ji lêketina xelekan derdikeve awazeke gellekî cuda dide erbaneyê.
Erbane di dawet û rojên taybet ên komên cuda ên dînî yên wekî ermenî, êzîdî û suryaniyan de jî gellekî tê bikaranîn û bi dengê xwe dilê mirov xweş dike.
Zulfî Yoldaş ê (68) ku li navçeya Sûrê ya Amedê di dikaneke biçûk de erbaneyan çêdike, erbaneyên ku çêdike ne tenê li Kurdistan û Tirkyeyê difroşe lê dişîne derveyî welêt jî.
Yoldaş ji AAyê re got, wisa tê bawerkirin ku gelê Medîneyê dema Hz. Pêxember ketiye Medîneyê bi erbaneyê pêşwaziya wî kirine û erbane li herêmên kurdan pir tê lêxistin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Çermê ku di avê de dihêlin dikişînin ser gergereyên ku ji darên gurgan, bîşeng û spîndaran tê çêkirin û bi vî awayî erbaneyan çêdikin. Pişt re erbaneyan didin ber tavê. Erbane bi çar cureyan tên çêkirin. Ev cure wiha ne: Postê mî, bizin, kar û berxikan."
Wî hostayê erebanê her wiha got, erbaneyên ku ew çêdike ne tenê li Kurdistatn û Tirkiyeyê li derveyî welêt jî tên firotin û wiha axivî:
"Li Amedê ji xeynî min ti kes vî karî nake. Erbaneyên ku ez çêdikim heta welatên wekî Hollanda, Swêd, Almanya, Iraq û Erebistanê jî diçin, heta li Çînê jî hatine firotin. Ez erbaneyên navînî bi 35 lîreyan, erbaneyên mezin jî bi 50 lîreyan difroşim."
Rudaw