• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hadassa ji bo serxwebûna Kurdistanê stranan dibêje

Gulan Media August 30, 2014 Hunerî
Hadassa ji bo serxwebûna Kurdistanê stranan dibêje
Roja Yekşemê (31.08.2014) li navenda bajarê Frankfurtê yê Elmanya çalakiyeke hevbeş a saziyên Elmanî, Îsraîlî û Kurdistanî tê lidarxistin.

Armanca vê çalakiyê nîşandana piştîvaniya Elman û Cihûyan e bo serxwebûna Kurdistanê û herwiha pêşandana yekdengiya Elman, Cihû û Kurdan e li hember grûbên radîkal û wan grûb û sazî û aliyên li nav Elmanya piştgiriya grûbên radîkal dikin.

Di çalakiyê de ku wê şaredarê bajarê mezin ê Frankfurtê tê de axaftinekê bike, ligel amadebûna hinek kesayetî û parlamenterên Elman, Cihû û Kurd, dê di dawiya bernameyê de konserek bê dayîn.

Du hefte dibe komîteyek ji saziyên Kurdî, Cihû û Elmanî hatiye pêkanîn ji bo serpereştîkirina çalakiyê û tê texmîn kirin derdora 2 hezar kes beşdar bibin. Hunermenda navdar a cihû bi esil Kurd Hadassa Yeshurun ji Îsraîlê tê Elmanya û beşdarî konserê dibe û dê stranên Kurdî û biyanî ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bibêje.

Hêjayî gotinê ye Hadassa Yeshurun ji Mardîna Bakurê Kurdistanê ye, ew ji zarokatiya xwe de li Îsraîlê dijî, li wir dest bi mûzîk û hunera Kurdî kiriye, beşdarî dehan konser û festîvalên cîhanî bûye û li ser navê Îsraîlê stranên gelerî yên Kurdî gotine.

Basnews
Top