• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hunermenda kurd a Xorasanê Yelda Ebasî li Dêrsimê konsert da

Hunermenda kurd a Xorasanê Yelda Ebasî li Dêrsimê konsert da
Di çarçoveya Çardemîn Mîhrîcana Çande û Xwezaya Minzûrê ya ku bi dirûşemeya “Navê Ziman, Çand, Nasname û Baweriya Me: Dêrsîm” tê lidarxistin de şeva berê hunermenda Kurd ya ji Xorasana Îranê Yelda Ebasî jî konsertekê pêşkêş kir.

Beşdarbûyên konsertê ku hejmara wan bi deh hezaran kes dihat texmînkirin, bi dengê hunermenda Kurd Yelda Ebasî û bi performansa mûzîkjenên wê mest bûn.

Di destpêka konsertê de li ser navê komê endameke komê axivî û got: "Silav li giyanê Pîr Seyîd Riza. Silav li vê erdnîgariya pîroz. Silav li Ziyareta Gola Çetû, silav li Duzgin Bava. Nabe ku ev erdnîgariya muqedes bê qirêjkirin."

Herwiha bi taybetî ji Xorasanê beşdarbûna hunermendeke kurd, dêrsîmî dilxweş kirin; ji ber ku gellekî caran Kurdên Elewî yên Dêrsîmê kok û çavkaniya xwe digihînin Xorasanê ku niha zêdetirî du milyon Kurd lê dijîn.

Konsertên ku şeva berê bi Ahmet Aslan dest pê kir û bi Yelda Ebasî berdewam kir, bi Ferhat Tûnç û Zelal Gokçe qediya.

Rudaw
Top