• Wednesday, 17 July 2024
logo

Nivîskara kurd Seyran Ateş xelata serokomarê Almanyayê wergirt

Nivîskara kurd Seyran Ateş xelata serokomarê Almanyayê wergirt
Serokomarê Almanyayê Joachim Gauck di 10ê vê mehê de 25 kesên biyanî-almanî bi xelata serokomarê Almanyayê ya bi navê “xelata rûmetê ya dewleta Almanyayê (Bundesverdienstkreuz)“ xelat kir.

Di nav wan kesan de nivîskar û parêzera Kurd ya li Berlînê dijî Seyran Ateşa 51 salî jî hebû. Serokomar Gauck Seyran Ateş bi xelata pîle yek (Verdienstkreuz 1. Klasse) xelat kir.

Serokomar Gauck di axaftina xwe ya xelatdayinê de wiha behsa Seyran Ateş kir: “Seyran Ateş parêzer û nivîskara bi nav û deng di beşa mafên mîrovan de pisporeke pirr jîr û hêja ye. Ji bo mafên mirovan û entegrasyona koçberan têdikoşe. Ev nezikî 25 sal in ku ew bala xwe dide keç û jinên ku ji welatên misilman hatine Almanyayê, yên li vir dijîn û bûne perçeyekî civakê. Xanim Ateş ji bo maf, rûmet û hasasiyeta wan karekî pirr bi rûmet dike. Xanim Ateş vê xebata xwe di bin gefên pirr mezin de dike...“

Nivîskar û parêzer Seyran Ateş di 20ê Nîsana 1963yê de li Stenbolê ji dayik bûye. Bavê wê Kurd e, dayika wê jî Tirk e. Ew niha li paytexta Almanya Berlînê dijî.

Nivîskar Ateş hemwelatiya Almanyayê ye û heta niha çendîn pirtûk jî nivisandine. Pirtûka wê ya herî zêde tê naskirin, ya ku di sala 2003yê de hate weşandin, li ser jiyana wê bi xwe ye (Große Reise ins Feuer - Die Geschichte einer deutschen Türkin).

Seyran Ateş di sala 1984ê de li Berlînê rastî êrişa Tirkekî nijadperest hatibû û ji serê xwe de hatibû birîndar bibû. Di bûyerê de kesekî din jî hatibû kuştin.

Di sala 2009ê de serokê Hevgirtina Kar ya Federal a Rêxistinên Koçberan - BAGIV e û cîgirê serokê Civata Kurd li Almanyayê Mehmet Tanriverdi jî ji ber karên xwe yên civakî xelata rûmetê ya dewleta Almanyayê ji serokomariya Almanyayê wergirtibû.

Rudaw
Top