• Wednesday, 17 July 2024
logo

Ji bo cara yekemîn keçek kurd beşdarî hevrikiyên Şaciwana Cîhanê dibe

Ji bo cara yekemîn keçek kurd beşdarî hevrikiyên Şaciwana Cîhanê dibe
Ji bo cara yekemîn keçeke kurd beşdarî hevrikiyên Şaciwaniya Cîhanê ya parzemînan dibe, navê wê keçkê Daliya û ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye.


Ji Rojhilata Navîn sê keç dê beşdarî hevrikiyên hilbijartina Şaciwana Cîhanê bibin. Yek ji wan her sê keçan, keça kurd a bi navê Daliya ye.


Daliya 19 salî û ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye. Bejna wê 173 santîm e û li Amerîka dijî û yek ji çalakvanên mafên jinan e.


Hevrikiyên hilbijartina şaciwana cîhanê dê meha Îlona îsal li welatê Ekvador were lidarxistin.


Daliya yekemîn keça kurd e ku beşdarî organîzasyoneke wiha dibe û li ser vê mijarê ji Rûdawê re dibêje, ez vê hevrikiyê wek derfetekê dibînim ku bikaribim nûnertiya kurd bikin û bi qasî hêza kurdan bidim naskirin.


Wê namzeda şaciwana cîhanê da zanîn ku gellek kesên ereb jê xwestine eger ew bi nûnertiya Iraqê beşdarî wê hevrikiyê bibe dê sponsertiya wê bikin lê wê ev pêşniyar red kirine û gotiye, ez dixwazim bi navê Kurdistanê beşdarî vê organîzasyonê bibim.


Jibilî Daliyayê, keçek ji Îsraîl û yek jî ji Libnanê dê ji Rojhilata Navîn tevlî hevrikiyê bibin û bi giştî 40 keç dê ji bona şaciwantiya cîhanê şer bikin.


Daliya ji kurdan dixwaze, alîkarî û piştgiriya wê bikin da ku bikaribe di hevrikiyê de bibe yekem û li wir ala Kurdistanê bilind bike.

Rudaw
Top