• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hunermend Brahîm Şêxo kî ye?

Hunermend Brahîm Şêxo kî ye?
Albûma yekem ya Hunermend û Muzîkjenê Kurd Brahîm Şêxo ya bi navê – Dilopên Sîyekê(Drops of a Shadow) derket.

Muzîkjenê Kurd Brahîm Şêxo ji bo albûma xwe 9 berhemên giranbûha berhev kirine. Bi muzîkeka dewlemend û hevkarên xwe yên muzîkê yên bispor ve bi şêwazê xwe yê taybet berhemekî dîtir li muzîka Kurdî zêde kir. Berhemên ku di albûmê de cih digrin hin ji wan parçeyên solo ne hindek jê jî Orkestrayî ne. Berhema Hunermendê Kurd bi rêka companyaya JPC hatiye çapkirin û ji wira tê belavkirin.

Hun dikarin berhema Hunermendê Kurd ji van dirêjekan bidest bixin.

JPC
WOM

Hunermend Brahîm Şêxo kî ye?

Brahîm Şêxo kurê hunermendê navdar yê Kurd Mihemed Şêxo ye. Brahîm Şêxo di sala 1981 ê de li penaberiyê, li Îranê jidayik dibe. Di sala 1983 de vedigerin Qamişloyê û li wira mezin dibe. Hîna di temenê zaroktî de dest bi muzîkê dike.
Brahîm Şêxo di sala 2004 ê de tête Elmanyayê. Li vira jî karê xwe yê muzîkê dighîne asteka professionelî. Brahîm Şêxo di heman demê de li gel karê xwe yê muzîkê dersê muzîkê jî dide xwendekarên muzîkê. Birahîm Şêxo li gel van karana li bajarê Kiel ê di heman demê de xwendina muzîkê jî berdewam dike. Li zankoya CAU yê de dersên Muzîkolojiyê dibîne. Piştî hingî li bajarê Detmoldê di zankoyê de beşdarî dersên muzîkê dibe, piştê vêya jî li bajarê Osnebruck ê xwendina xwe berdewam dike.

Brahîm Şêxo gelik berhemên xwe yên cûrbecûr hene lê belê cara yekeme ku wekî Albûm ev berhem daye weşandin.
Tomarkirina vê Albûmê li gel Louay Hanna MP-Records û Arne Wiegand pêk hatiye.

Avestakurd
Top