• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Îlamê take sînemaya bajêr hat hilweşandin

Li Îlamê take sînemaya bajêr hat hilweşandin
Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê tenê sînemayek heye ew jî bi hêceta avakirina navendeke kulturî û hunerî hat hilweşandin.


Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê di warê nifûsê de biçûktirîn parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê û nifûsa wê 550 hezar kes e.

Li navenda parêzgehê yanê li bajarê Îlamê, xizmetguzariyên kulturî û hunerî di warê sînemayê de gellekî kêm in.

Li bajêr tenê sînemayek hebû ku ew jî gellekî kevin bibû û ji aliyê sektora taybet ve dihat birêvebirin lê niha xwediyê wê sînemayê, ew sînema hilweşandiye û li şûna wê navendeke kulturî û hunerî çêdike.

Her çiqasî xwediyê wê sînemayê soz daye sînemayek modern li nav wê navendê de çêbibe lê xelkê bajêr ji vê yekê dilsar in.

Welatiyekî îlamî got, li Îlamê xizmetguzariyên kulturî û hunerî xelkê vir bêzar kiriye. Jixwe tenê sînemayek hebû ew jî hilweşandine û bûye garaja otomobîlan vêca nayê zanîna ka dê çi were serê sînemayê.

Wî welatiyê îlamî her wiha anî ziman, li Îlamê ti navendeke kulturî mîna salona şanoyê jî tine.

Rudaw
Top